Şerê li dijî Îranê û rageşiya DYA û Îsraîlê

Li gorî hin çavdêran, helwesta Îsraîl û Amerîkayê ya li hemberî Îranê rêya yekane ye ku Îranê neçarî paşvekişandinê bike. Her wiha diyar dikin ku atmosfêra aloz a ku ji 2 hefteyan ve heye, tenê hewldanên zextê ne, lê dibe bi şerekî giran encam bide.

Şerê li dijî Îranê û rageşiya DYA û Îsraîlê
9 adar, 2023   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Di demên dawîn de axaftinên li ser derbeyên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê zêde bûn. Ev derbe bi îdiaya ku çekên nukleerî li cem Îranê hene, têne kirin. Lê Îran van îdiyan diderewîne.

Hemwextî van derbeyan rayedarên payebilind ên Pentagonê ragihand ku Îran dikare di rojekê de madeyên xurt ên çêkirina bombeyên nulkeerî hilberîne.

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ragihand ku di vê dawiyê de bermahiyên perçikên uranyumê ya dewlemendkirî ku ji sedî digihêje 84′an li Îranê hatiye dîtin. Ev yek îhtîmala nêzîk e ku Îran gihaştiye ji sedî 90 ji madeya sotemeniya nukleerî ya di bikaranîna çêkirina çekê de. Girêdayî mijarê hikumeta Îsraîlê derbeyên leşkerî li dijî avahiyên nukleerî yên Îranê tespît dike. Êrişên Îsraîlê yên li dijî navendeke li Esfehanê yê Îranê ya meha borî nîşan dide ku Îsraîl di vê rêyê de berdewam e.

ATMOSFERA MÎNA BERIYA ÊRIŞA LI DIJÎ IRAQÊ

Ev bûyer dişibe rewşa beriya destwerdana DYA û Brîtanyayê ya li Iraqê û rewşa beriya xistina rejîma serokê Lîbyayê Mûemmer Qedafî ya ji aliyê NATOʹyê ve.

Di encama êrişeke berfireh a Washington û Londonê de, Iraq di 19ʹê Adara 2003ʹyan de ji aliyê DYAʹê ve hat dagirkirin. Bi dagirkirinê re serokê wê demê yê DYAʹyê George W. Bush ′bidawîbûna operasyonên şerê mezin′ ragihand. Destwerdana DYAʹyê ya li Iraqê bi vê hincetê bû ku çekên wêrankirinê yên giştî li Iraqê hene. Di encama wê de rejîma serokê Iraqê Sedam Huseyn hat hilweşandin, bi milyonan mirov hatin kuştin, birîndarkirin û koçberkirin. Her wiha zirarên madî bi qasî trilyonan dolarî çêbûn û welat ber bi şerekî mezhebî ve çû.

Li gorî lêkolînên ku piştî destwerdana DYA!yê ya li Iraqê derketin holê, îdiayên destwerdana Iraqê ne rast in, lê belê hinceteke dewletên rojavayî ya ji bo dagirkirinê bû. Di raporeke amerîkî de ku 4ʹê Îlona 2002ʹan hatibû weşandin, hate diyarkirin ku di belgeyên CBS TV ya Amerîkayê de eşkere dibe ku wezîrê parastinê yê wê demê yê DYAʹê Donald Rumsfeld piştî êrişên 11ʹê Îlona 2011ʹan ên li dijî Washington û New Yorkê biryara êrişa li dijî Iraqê da.

Hikumeta Brîtanyayê ya bi serokatiya Tony Blair di payîza 2002ʹyan de, raporek belav kiribû. Di raporê de hişyarî li ser xetereyên çekên wêraniya giştî ya li gel Iraqê da. Blair bi vê yekê hewl da ku ji bo pêkanîna êrişa li Iraqê piştgiriya gelê Brîtanya û raya giştî qezenc bike.

Li Lîbyayê jî, ruxmî ku serokê Lîbyayê Muemmer Qedafî di 19′ê Kanûna 2003′yan de ragihand ku dê welatî hemû made, alav û bernameyên ku dibe xetereyan ber bi çekên qedexekirî ve çêke, çekên wêraniya giştî û moşekên balistî yên dûravêj tune bike, lê di 19′ê Adara 2011′an de Fransayê bi hevkariya hin dewletan bi navê "Operasyona Berbanga Odysseyê" êrişî hêzên çekdar ên Lîbyayê kir. Êrişê 10 rojan dewam kir. Di 31′ê Adara 2011′an de NATO′yê mîsyona "Operasyona Yekparêzvan" a li hemberî Lîbyayê wergirt. Di 19′ê Adarê de dewletên koalîsyonê bi serkêşiya generalê amerîkî Samuel Lockyer hêzên xwe ji bo êrişên hewayî û moşekan xurt kir. Vê êrişê 10 rojan dewam kir. 110 moşekên tomahok li dijî pergala parastinê ya hewayî, navendên fermandariyê û baregehên li bajarên Lîbyayê yên neketibûn bin kontrola komên çekdar, hatin bikaranîn. Her wiha hêzên leşkerî yên li derdora Benxaziyê hatin hedefkirin. Di van êrişê de balafirên êrişkar û topavêjên moşekan ên li ser keştiyên balafirên Amerîkayê û Fransayê yên li Deryaya Spî û baregehên leşkerî yên Îtalyayê hatin bikaranîn. Li kêleka wê balafir ji baregeha Amerîkayê yên li bajarê Stuttgart ê Almanyayê û hwd rabûn.

BELGEYÊN HÊZÊ LI GEL ÎRANÊ NE

Li Îranê jî bûyerên ku dişibin rewşa beriya destwerdana dewletên rojava ya li Iraq û Lîbyayê rû didin. Têkiliyên di navbera rojava û Îranê de gihaştin astên nizm. Di 6 mehên borî de nakokî zêde bûn û tu lihevkirina nukleerî bi Îranê re çênebûn. Îranê balafirên bêmirov dan Rûsyayê.

Lê dê êrişa leşkerî karesat be û dê encamên şer li ser rojava, Îsraîl, Îran û cîranên wan giran bin.

Li gel Tehranê wekîl li Sûriye, Lubnan, Filistîn û Yemenê hene û ev wekîl jî dikarin zirarê bidin berjewendiyên Washinton û Til Evîvê yên li herêmê. Ji wê zêdetir jî li gel Îranê kapasîteyên moşekên mezin hene ku dikare bigihîne Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên ku li Rojhilata Navîn belav bûne. Her wiha dikare êrişên yekser ên li ser rêya kargoya sereke û avahiyên petrolê yên li dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê pêk bîne, da ku enerjiya globalî xerab bike ku ji ber destwerdana Rûsya ya li Ukraynayê lawaz bûye . Li rex wê jî têkiliyên Îranê yên stratejîk bi Çîn, Rûsya û Tirkiyeyê re hene.

Ruxmî ku çarçoveya hundirîn a Îranê pir hestiyar e û di her hefteyekê de bi xwe re rageşiyên nû tîne û qelsbûna rawabûna desthilatê zêde dike, lê destwerdana derve ya rojavayî dê ji vê desthilatê re sûdwar be da ku hemû binkeftinên xwe yên aborî û civakî bi ve girê bide. Her wiha wê bide rêbazeke aktîf ya girtina çi muxalifan a bi hinceta ku gefan li ewlehiya neteweyî dixwe.

Îsraîlê ya ku gotiye ew qebûl nake li gel Îranê çeka nukleerî hebe, bi awayekî zêde behsa pêwîstiya pêkanîna derbeyên li dijî Îranê dike. Îsraîl û DYA′yê di vê dawiyê de tatbîqatên leşkerî pêk anîn. Meha borî jî balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê daxuyand ku ʹʹÎsraîl dikare û divê her tişt dixwaze bike da ku bi Îranê re bide û bistîne û ew destekê didinê.ʹʹ

Her wiha bi rêya serdanên serfermandarê hevbeş ê Amerîkayê general Mark Milley ji Îsraîlê re şêwirên leşkerî yên Amerîkayê yên zêde hebûn bû. Hate gotin ku di şêwiran de pêdivî bi hevkariyê hate dîtin da ku Îranê çekên nukleerî çêneke. Ev yek bi daxuyaniya her du serokan; George W Bush û Barack Obama re nakok in. Her duyan hewl didan çalakiya leşkerî ya Îsraîlê ku Washingtonê ber bi şerekî herêmî yê rasterast ve dibe asteng bike.

Dibe ku di aliyê teknîkî de derbeyên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê di derengxistina bernameya Îranê ya nukleerî de bi ser bikevin. Lê nayê diyarkirin ku dê heta kengê dewam bike. Lê Îran veguheriye avahiyên nukleerî yên kûr di binê erdê de ku neyên xerabkirin.

Li gorî gotara kovara Foreign Policy, Îsraîl û rojavayî naxwazin rejîma Îranê bi temamî biguherin, dibe ku derbeyên leşkerî Pasdarên herêmî yên Îranê li ser desthilatê xurt bike li şûna ku lawaz bike. Di vê senaryoyê de, mîna di şerê Îranê-Iraqê de çêbûye, dê ji bo Îranê hêsantir be ku çewisandina xwe li dijî xwepêşandanan zêde bike.

Dewletên herêmî rageşiya Îsraîl û Îranê naxwazin. Ji ber ku fatoreya vê rageşiyê dizanin û dixwazin îstîqrareke herêmî çêbibe. Dîplomatekî îmaratî yê payebilind got rageşî nakeve xizmetî herêmê û pêşeroja wê û got, ji bilî diyalogan tu altarnatîf tune ne.

Ruxmî nakokiyên Erebistana Siûdî û Îranê, lê Riyad hîna ji vê rageşiyê bi fikar e û dixwaze bi awayekî yekser diyalogê bi Îranê re bike da ku bi rageşiyê bandor nebe.

Her wiha dê rageşiya leşkerî bi Îranê re têkiliya di navbera Îran û Rûsyayê de xurt bike. Di aliyê nukleerî de dibe ku Moskov biçekkirina Îranê hêsan bike û dibe ku ev parastina Îranê ji êrişên Amerîka û Îsraîlê bi rêya hevkariya leşkerî û îstîxbaratî bike. Ji wê zêdetir jî dê Rûsya hewl bide moşekên xwe yên pêşketî bide Tehranê.

(fr)

ANHA