ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-03-2023
8 adar, 2023   23:00

- Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û yên Minbicê duh bi meşên cuda 8'ê Adarê pîroz kir û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan nû kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku çand û hunera kurdî hatibû qedexekirin, Mihemed Şêxo bi stranên xwe êş û azarê gelê xwe xwe îfade kir. Ji ber stranên xwe gelek caran ji aliyê rejîma Baasʹê ve hat girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberên PYD'ê yên kantona Kobanê Nesrîn Yûsif û Nazê Mihemed Elî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û got, fikrê Rêber Ocalan roniya rêya jin û gelan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinwar ji warê jinan zêdetir bûye wekî akademiyekê. Nûbûn li wir şîn dibe û şaxên xwe berdide nava civakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de û çawa karesata erdhejê bi kar tînin nirxand û got “Erdhej firsendek bû ji bo gelan da ku rastiya hikumetan nas bikin ku tenê xizmeta xwe dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantona Qamişlo 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û biryardariya xurtkirina têkoşînê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Saziyên jîngeh û çandiniyê yên herêma Cizîrê di biharê de dê bi hezaran daran li herêmê biçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Li gorî hin çavdêran helwesta Îsraîl û Amerîka ya li hemberî Îranê rêya yekane ku Îranê neçarî paşvekişandinê bibe. Her wiha diyar dikin ku atmosfêra aloz a ku ji du hefteyan ve rûr dide tenê hewldanên zextê ne, lê xwezaya gûr a herêmê dibe ku bi şerekî giran encam bigre. (BI WÊNE).

ANHA