ʹFikrê Rêber Ocalan roniya rêya jin û gelan eʹ

Rêveberên PYD'ê yên kantona Kobanê Nesrîn Yûsif û Nazê Mihemed Elî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û got, fikrê Rêber Ocalan roniya rêya jin û gelan e.

ʹFikrê Rêber Ocalan roniya rêya jin û gelan eʹ
8 adar, 2023   23:38
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û bi hinceta cezayê dîsîplînê qedexeya hevdîtinê dirêj dike. Ji derdora 24 mehan ve agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin.

Girêdayî vê mijarê, hevseroka nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kobanê Nesrîn Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya siyasetên tecrîdê Rêber Ocalan ji cîhana derve qut bike, di heman demê de rê nede ku fikrê wî bigihîje civakê, her wiha hewl dide komploya navneteweyî di mejiyan de bide rûniştandin.

Nesrîn anî ziman ku bi belavbûna fikrê Rêber Ocalan komplo hêdî hêdî têk çû.

Nesrîn Yûsif got: "Ji zêdetirî 24 salan ve Rêber Ocalan girtî ye û tecrîdeke giran li dijî wî ferz dikin, ji ber dizanin ku êdî gel li ser şopa fikrê Rêber Ocalan azadiyê bi dest dixe, ji ber wê jî divê li hember tecrîdê û ji bo azadiya wî ya fîzîkî yekitiyeke xurt hebe."

Endama Meclisa Jinan a PYD'ê ya Kobanê Nazê Mihemed Elî bal kişand ser girîngiya fikrê Rêber Ocalan di rizgarkirina gelên bindest û got: "Rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo hemû gelên bindest tê dikoşe. Fikrê Rêber Ocalan roniya rêya gelan, bi taybetî jî ya jinan e ku bi sedsalan nasnameya wan hatibû tunekirin."

Nazê Mihemed Elî anî ziman ku belavbûna fikrê Rêber Ocalan komploya ku di şexsa wî de hemû gelên azadîxwaz hedef girtibû, têk bir û wiha dom da axaftina xwe: ʹʹTiştê ku Rêber Ocalan ji bo jinan pêşkêş kiriye, di dîrokê de tu kesî jê re pêşkêş nekiriye. Jin bindest û bênasname bûn, lê Rêbertî hêz da wan. Her gavek ku îro jin diavêjin bi saya fikrê Rêber Ocalan e. Ji ber wê jî divê jin xwedî li vê yekê derkevin û ji bo têkbirina tecrîdê têbikoşin.”

Di dawiya axaftina xwe de Nesrîn Yûsif û Nazê Mihemed Elî bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber ku peyman û qanûnên navneteweyî bin pê dike ceza bikin û got: "Divê rêxistinên qaşo hiqûqî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker paşguh nekin."

 (mh)

ANHA