​​​​​​​Li herêma Cizîrê dê bi deh hezaran dar bên çandin

Saziyên jîngeh û çandiniyê yên herêma Cizîrê di biharê de dê bi hezaran daran li herêmê biçînin.

​​​​​​​Li herêma Cizîrê dê bi deh hezaran dar bên çandin
9 adar, 2023   03:24
QAMIŞLO

Li gorî pisporên jîngehiyê, bikaranîna zêde ya ava binerd, zêdebûna hejmara erebeyan, zêdebûna rêjeya karbondîoksîdê hewa qirêj kir, qada şînkahiyê qels kir û rê li pêşiya çolbûnê vekir. Li gelek deverên herêma Cizîrê qadên şînkahî kêm in û pirsgirêkên jîngehê hene.

Li gorî şopdarên rewşa jîngehê ya herêmê, siyasetên ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne bi qutkitina avê re şînkahî li beravên çeman kêm bû.

Di vê demê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyên mezin û berfireh ên jîngehê hene ku dar tên çandin û hemleyên zanakirina civakê li dar in. Hemû sazî, meclis, bajarok, komîn û rêxistinên civaka sivîl bi hev re dest bi çandina daran li têketin û derketina bajar û bajarokan dikin.

Di çarçoveya temamkirina projeya çandina daran de ku Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê pê rabûye, 7 hezar darên berhemdar û yên bejî amade kirin ji bo ku di vê demê de biçîne. Li gorî gerînendetiyê dibe ku hejmara daran zêdetir bibe.

Hemû şaredariyan dest bi hemleya kesixandina daran kiriye. Desteya Rêveberiya Herêmî ya Şaredariyan destnîşan kir ku ji nû ve projeya xwe didomîne ku bi dirûşma "Her ferdek darek" li herêma Cizîrê ragihandiye. Her wiha meclisên navçeyan mîsoger kiriye ku 5 hezar daran biçînin. Li her navçeyekê divê 2 hezar dar bên çandin.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê bi rêya Gerînendetiya Parêzgehan û Daristanê projeyan pêk tîne, ji bo ku qadên şînkahiyê zêde bike. Ji bo wê pêdiviyên pêwîst ji şitilgehên taybet re peyda kirin.

Sala borî desteyê 27 hezar û 500 şitil belav kirin, her wiha îsal dest bi kesixandina darên di nava parêzgehan de kir ku hejmara wan zêdetir bibe. Her wiha bi rêya 5 şitilgehan derdora 20 hezar şitil amade kirin ji bo vê salê biçîne.

Li gel van kar û xebatan însiyatîfên civakî hene, wekî Însiyatîfa Keziyên Kesk heye ku roleke mezin di çandina daran de dilîzin.

Partiya Kesk a Demokratîk di 6'ê Adarê de hemleya "Jîngeha me pêşeroja me ye" dest pê kir, ji bo ku 10 hezar daran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biçîne.

şx))

ANHA