Mala Êzidiyan a Helebê alîkarî li mexdûran belav kirin

Mala Êzidiyan a Helebê alîkariyên darayî yên Yekitiya Êzidiyan û Jinên Êzidî ya li Ewropayê şandine, li mexdûrên erdhejê yên li Helebê belav kirin.

Mala Êzidiyan a Helebê alîkarî li mexdûran belav kirin
5 adar, 2023   11:37
HELEB

Yekitiya Êzidiyan û Jinên Êzidî ya li Ewropayê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê alîkariyên darayî şandin.

Berdevka Yekitiyê ya li Helebê Newroz Ado da zanîn ku alîkarî bi rêya Mala Êzidiyan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve, li mexdûran hatine belavkirin.

Newroz spasî her kesê ku alîkarî daye mexdûran kir û got: “Ez hêvî dikim ku em di hemû rewşên zehmet de piştevanî û hevgirtina xwe dewam bikin.”

(fr/cx)

ANHA