Rojnameyên erebî cih dan bandorên aborî yên erdhejê li Sûriyeyê

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa zirarên ji ber erdhejê li Sûriyeyê bûne û lehiyên li Yemenê kir.

Rojnameyên erebî cih dan bandorên aborî yên erdhejê li Sûriyeyê
4 adar, 2023   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûriyeyê nivîsand: "Banka Navneteweyî ragihand ku ji ber erdheja bi pileya 7,8 û erdhejokên piştî wê li bakurê Sûriyeyê çêbûne, li Sûriyeyê bi qasî 5.1 milyar dolar zirar pêk hatine.

Herêmên Sûriyeyê yên erdhej lê çêbûne, berê jî ji ber şerê navxweyî yê ji 2011`an de li welat dewam dike, zirar dîtibû.

Zirar li 4 parêzgehên ku 10 milyon kes û gelek koçber lê bi cih dibin, pêk hatin û bi rêjeya ji sedî 10 ji berhema herêmî ya giştî ya Sûriyeyê ye.

Gerînendeyê Daîreya Şerq El Ewset a Banka Navneteweyî Jean Christophe Carré daxuyand ku tê texmînkirin ku ji ber karesatê aborî bi rêjeyek mezin bi paş bikeve.

Banka Navneteweyî eşkere kir ku ji ber kêmbûna agahiyên der bare rewşa li ser erdê, dibe ku ev dane zêdetir bibin, lê çarçoveya nirxandina ziraran di navbera 2.7 û 7.9 milyar dolaran de ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nîvê ziraran li parêzgeha Helebê çêbûne, nexasim bajarên Heleb, Merqeb û Kobanê, her wiha zirarek mezin gihaştiye mîrateya çandî.

Ji ber erdhejê nêzî 6 hezar welatiyên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha nêzî nîv milyon welatî di şerê navxweyî de hatin qetilkirin, bi milyonan penaber bûn û binesazî hat wêrankirin.

li Tirkiyeyê bîlançoya qurbaniyên erdhejê gihaşt zêdetirî 45 hezar kes.”

YEMEN: JI BER LEHIYAN JIYANA NÎV MILYON PENABERÎ DI XETERIYÊ DE YE

Têkildarî rewşa Yemenê jî rojnameya El Ithîd a Îmaratê ev tişt nivîsîn: “Li Yemenê  bi destpêkirina baran demsalî re, Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) û Komîseriya Kar û Barên Penaberan hişyarî dan ku zêdetirî nîv milyon penaberên li 5 parêzgehên welat bi xeteriya lehiyan re rû bi rû ne.”

Li gorî rêxistina FAO`yê, di Sibatê de rêxistinê di çarçoveya tedbîrên salane li hember lehiyan û planên rewşên awarte de, nirxandina metirsiyên lehiyan li deverên koçberan nû kirin û got ku 571 deverên koçber lê bi dih dibin (ji sedî 25`ê kampan) û 603 hezar xwecihên wan deveran bi xeteriya lehiyan re rû bi rû ne.

FAO`yê bi bîr xist herî zêde 5 parêzgên Yemenê (El Hudeyde, Hece, Cof, Meirib û Teiz) bi vê xeteriyê re bi rû ne.

Komîseriya Kar û Barên Penabaran a NY`yê jî destnîşan kir ku guhertina avhewayê û îsyana sivîl bandor li bilindbûna nirxên madeyên xwarinê li seranserî Yemenê kiriye û di encamê de bi milyonan yemenî ji ewlehiya xurekê bê par in.”

(fr,şx/cx)