'Divê kiryarên dijî xwendekarên jin ên li Îranê bên rawestandin'

Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê şermezar kir û bêhelwestiya saziyên navneteweyî û yên mafên mirovan rexne kir û xwest ku tavilê mudaxele bê kirin.

'Divê kiryarên dijî xwendekarên jin ên li Îranê bên rawestandin'
4 adar, 2023   07:47
QAMIŞLO

Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên keç her ku diçe zêdetir dibin. Herî dawî 2`ê Adarê li dibistana amadehî ya keçan a 26`an gelek xwendekar jehrî bibûn. Hate ragihandin ku heta niha 900 xwendekar hatine jehrîkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê daxuyanidû ku ev êriş nimûneya êrişên kîmewyî û rêxistinên terorîst in.

Têkildarî mijarê, Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de bal li ser serhildana gelên Îranê ya bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî û zextên li hemberî gel û jinan û binpêkirinên exlaqî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat kişandin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybet jinên zana, xwendekarên dibistan û zanîngehan rastî îşkenceyê tên û wiha dom kir: “Em bûyera jehrîkirina bi sedan xwendekarên keçîn ên dibistan û zanîngehanên Tehran û Erdebîlê ji aliyê rêjîma Îranê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyerê di raya giştî de deng veda. Lê mixabin tu saziyên navneteweyî, mafên mirovan mudaxeleyeke cidî nekirine heya niha, di encamê de rojane destdirêjiya li ser gelên azadîxwaz ji aliyê rejîma Îranê ve zêde dibe.”

Meclisê bang li UNICEF`ê û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina kiryarên dewleta Îranê yên dijî xwendekarên keçîn bi lez destwerdanê bikin.

Her wiha bang li hemû azadîxwaz, rewşenbîr û rûspiyên civakê hat kirin ku li hember van kiryaran û ji bo guhertina sîstema dewleta Îranê, dengê xwe bilindtir bikin.

(sb/cx)

ANHA