ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-03-2023
4 adar, 2023   23:00

-Meclisa Jinan a PYDʹê bi boneya 8ʹê Adarê semînerekê li hola Zana ya bajarê Qamişlo dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star a Girkê Legê semînerekê têkildarî 8ʹê Adarê li hola Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlan dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8ʹê Adarê Kongra Star li navenda xwe ya li Dêrikê semînerekê bi tevlêbûna mêran dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8ʹê Adarê, Meclisa Navçeya Til Hemîsê semînereke taybet ji bo mêran dide saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Tirbespiyê mîhrîcaneke çandî li Dibistana Şehîd Ronak li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi amadebûna mêran, Kongra Star a navçeya Tirbespiyê semînerekê li ser rola jinan di civakê de li hola PYDʹê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komxebata rola xwendekaran di Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ya ku ji aliyê Zanîngeha Rojava ve hatiye organîzekirin, berdewam dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Aborî ya Meclisa Kantona Girê Spî di çarçoveya piştgiriya koçberên Kampa Girê Spî de projeyeke komînal da destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Xizmetguzariyan a Til Birakê gelek proje ji bo peydakirina ava vexwarinê pêk anîn û dayîna kehrebeyê bi enerjiya tavê ji stasyon û bîran re aktîf kir. Di heman demê de Şaredariya Gel a Til Beyderê 13 proje danîn ser maseya pêkanînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meysa Hisên û Celîla Xelîl du jinên bi çêkirina şûhiyan û cilên û bergên folklorî yên kurdî navdar in. Ew bi vî karî hem çand û folklora kurdî diparêzin, hem jî pêdiviyên jinan ên ji bo cejnan pêşwazî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Îlham Ehmed bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku di çarçoveya dirûşma “Jin, jiyan azadî” de xwe birêxistin bikin, ji bo xilaskirina Sûriyeyê ji karesata heyî, ji bo pêkanîna aştiyê û demokrasiyê plansaziyekê deynin û têkoşînê geş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El Hamid destnîşan kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ji yekitiya gelê Sûriyeyê ditirsin û got, dema gel bibe yek dê bi ser keve û dê daxwazên hêzên zordest têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Ji dema rûdana erdhejê wêranker ve çalakiyên berbiçav ên çeteyên DAISʹê li çolistana Sûriyeyê hatin dîtin.  Çeteyên DAIS erdhej wekî fersendekê dibînin da ku xwe bighînin herêmên din. Li aliyekî din jî dewleta Tirk şerê avê li dijî Iraqê nû dike. (BI WÊNE).

ANHA