Ji bo koçberên Girê Spî projeyeke aborî

Komîteya Aborî ya Meclisa Kantona Girê Spî di çarçoveya piştgiriya koçberên Kampa Girê Spî de projeyeke komînal da destpêkirin.

Ji bo koçberên Girê Spî projeyeke aborî
5 adar, 2023   03:30
EYN ÎSA

Komîteya Aborî ya Meclisa Kantona Girê Spî pêdiviyên bingehîn ên projeya çandiniyê peyda kirin ku bi dehan koçberên Girê Spî sûdê jê digirin.

Proje li gundê Samiriye yê rojavayê Eyn Îsayê bi rûbera 300 donimî hatiye vekirin. Di projeyê de sebzeyên havînê hatine çandin.

Li gorî Komîteya Çandiniyê, dê 80 malbatên koçber ên li Kampa Girê Spî sûdê ji projeyê bigirin. Komîteyê hemû pêdiviyên çandiniyê yên pêwîst weke tov, semad û derman ji wan re pêşkêş dike ji bo ku proje bi ser keve. Her wiha jenerator jî amade kirine ji bo ku bi rêya bîra ku kolane sebze bên avdan.

/kr/uploads/files/2023/03/04/195738_4.webp

Der barê mijarê de, Hevserokê Komîteya Aborî ya Meclisa Kantona Girê Spî Egîd Bozan destnîşan kir ku ev proje gaveke girîng di xurtkirina aboriya koçberan ya li ser bingeha fikrê komînal û kooperatîfan de ye û wiha domand: “Li gel şert û mercên mirovî û aborî yên dijwar, bi rêya vekirina mîna van projeyan em piştgiriya cotkaran dikin ku ji warên xwe koçber bûne. Em ji tov, semad, erd û pêdiviyên din mîna jenerator û sotemenî pêşkêşî wan dikin."

Bozan diyar kir ku beriya wê jî li bajarokê Hîşe projeyek ji bo çandina genim vekirin û 26 malbat sûdê jê girt. Li gorî Bozan, rûbera wê 250 donim bû. Bozan got, Komîteya Aborî hemû pêdiviyên pêwîst mîna erd, tov bi nirxên baş pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA