Li bakur rojavayê Tidmurê erd hejiiya

Li bakur rojavayê bajarê Tidmur ê li çolistana Sûriyeyê bi hêza 3.8 erdhej çêbû.

Li bakur rojavayê Tidmurê erd hejiiya
5 adar, 2023   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

56 kîlometreyan li bakur rojavayê bajarê Tidmur ê Sûriyeyê saet di 9:25`an de bi pileya 3.8 û kûrahiya 16 kîlometreyan, erdhej çêbû.

Navenda Erdhejan a Sûriyeyê duh (4`ê Adarê) daxuyandibû ku ji dema erdheja mezin a 6`ê Sibatê de heta 3`ê Adarê, li Sûriyeyê bi pileyên 2-3`an, 3 hezar û 867 erdhejok çêbûne.

(cx)