Foruma Jinan bi biryaran bi dawî bû

​​​​​​​Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî rûniştina duyemîn û şûnde bi bi biryaran bi dawî bû

Foruma Jinan bi biryaran bi dawî bû
4 adar, 2023   17:11
HESEKÊ

Piştî rûniştina yekemîn a Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rûniştina duyemîn dest pê kir.

Di rûniştina duyemîn a forumê de 3 mijar hatin nîqaşkirin. Ev rûnşitin ji aliyê endama Meclisa Kongra Star Bêrîvan Yûnis ve hat birêvebirin.

Di vê rûnşitinê de Hevseroka Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Minbicê Ala Kesmo semînera "Têkiliyên jin bi xwezayê re û rola jinan di parastina jîngehê û rêvebirina wê de " da.

/ar/uploads/files/2023/03/04/145523_alaa-ksmw-28medium29.webp

Ala Kesmo got: "Di dirêjahiya dîrokê de xweza bi xurt bi jinan ve girêdayî bû. Di hin  çandan de jin wekî sembolên xwezayê hatin nîşandan. Jinan nasname û taybetmendiyên jinanî wekî jiyan û berhemdayînê dan jîngehê. Tevî vê yekê em dibînin ku belgekirina beşdarbûna jinan di parastina xwezayê de û rêvebirina wê de pir kêm e. Naskirina mafê jinan di parastina xwezayê de ji diyardeyên herî girîng in ku di gelek peymanên navneteweyî de hatin destnîşankirin."

Ala Kesmo îşaret pê kir ku wekheviya di navbera her du zayendan de û geşkirineke mayînde bi xurtî bi hev ve girêdayî ne û got: "Geşkirineke mayînde mijareke navendî ye û bêyî wê wekhevî nepêkan e. Rêber Abdullah Ocalan girêdayî dide beşdarkirina jinan di parastina jîngehê de û balê dikişîne ser girêdana wê ya bi xwezayê re."

/ar/uploads/files/2023/03/04/145600_jyn-bkr-28medium29.webp

Mijara duyemîn a bi navê ʹʹSîstema nivîsgehên şaredariyan, mekanîzmeya karê wan û rola jinan di beşê şaredariyê deʹʹ ji aliyê Berpirsa Nivîsgeha Jinan a Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê Jîn Bekir ve hat şîrovekirin.

Jîn Bekir anî ziman ku rihê berxwedanê li gel jinan gelekî xurt e û got, jin di hemû qadên jiyanê de cihekî girîng girtiye.

Jîn Bekir her wiha got: "Dema ku li cihekî wekhevî di navbera jin û mêr de hebe, ji vê re dibêjin jiya azad a demokratîk."

Jîn Bekir her wiha anî ziman ku hemû pirsgirêk dikevin ser milê jinan û diyar kir ku divê hemû jin xwedî îrade û îsrar bin û zihniyeta baviksalarî têk bibin.

Jîn Bekir kêmasiyên ku di hin saziyan de derdikevin spart beşdarbûna kêm a jinan û got: "Em hew didin ku bi xebateke xurt kêmasiyan derbas bikin."

/ar/uploads/files/2023/03/04/145536_byryfan-amr-28medium29.webp

Mijara ʹʹStratejiya amadekirina projeyan, proje û şaredariya mînakʹʹ ji aliyê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ve hat şîrovekirin. Bêrîvan Omer got: "Divê em bi rengekî ku layqî keda jinan bin xwe pêş bixin. Gelek astengî li pêşiya me hene, lê ev li pêşberî pêşketina jinan di hemû qadan de nabin kelem. Jinên Rojava ji her zehmetiyekê ezmûnê digirin. Ev kêmasî îrade û îstara me ya ji bo pêşketinê lawaz nake."

Bêrîvan Omer destnîşan kir ku armanca wan peydakirina kar li gorî mercên jinan e û got: "Hin jin hene nikarin di karekî diyarker de bixebitin, ji ber vê yekê em projeyên xwe di hemû qadan de fireh dikin."

Di her sê mijaran de beşdaran diyar kirin ku divê çarçoveya karê jinan were berfirehkirin û pêşxistin û divê jin di hemû qadan de cih bigirin.

ENCAMNAME

/ar/uploads/files/2023/03/04/145617_mydya-bwzan-28medium29.webp

Forum bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname ji aliyê cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Medya Bozan ve hat xwendin.

Di encamnameyê de hate gotin, 4ʹê Adara 2023ʹyan, Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi beşdarbûna 150 delegeyan pêk hat. Forum ji aliyê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi koordîneya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Navenda Lêkolînan a Jinelojiyê hat organîzekirin.

Di encamnameyê de de hate diyarkirin ku karesat û şerên ku li cîhanê rû didin encamên ziniyeta baviksalarî ya serdest e û hate gotin: "Di vê gerdûnê de tişetk ji vê zihniyeta baviksalarî nefiltî. Eger rola jinan a pêşeng di rêvebirina civakê de tune be dê civak ber bi belayekê ve biçe."

Di berdewama encamnameyê de îşaret bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a der barê azadiya jinan, parastina ekolojiya û hevjiyana azad de hat kirin û hat destnîşankirin ku di forumê de qala rola û hêza jinan a guhertina civakan û parastina wan û rêvebirina civakê li ser esasê edalet, wekhevî û jiyana hevbeş û girêdana bi xwazayê ve hat kirin.

Forum bi van biryaran bi dawî bû: Piştevanî û pêşxistina sîstema hevserokatiyê dê were domandin û ji bo pêkanîna vê sîstemê di hemû qadan de dê têkoşîn dê were kirin. Têkildarî girîngiya sîstema hevserokatiyê de dê semîner li tevahî saziyan werin dayîn. Bi pêşengiya jinan têgeha hevjiyana azad bibe rêbazê jiyanê. Dê projeyên jinan werin berfirehkirin û xebateke stratejîk  were kirin ku bighêjin tevahî jinên civakê. Projeyên jinan wê bi hemû endamên komînan re werin nîqaşkirin û pêşniyarên wan werin girtin. Dê xebat ji bo pêşxistina projeyên mînak û pêkanîna wan li tevahî şaredariyan were kirin.

(bb)

ANHA