Rêxistinên Civaka Sivîl û Yekitiya Cotkaran qutkirina ava Firatê şermezar kir

Rêxistinên Civaka Sivîl û Yekitiya Cotkaran a Reqayê berdewamiya qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku rê li pêşiya azarên gelê herêmê bigirin.

Rêxistinên Civaka Sivîl û Yekitiya Cotkaran qutkirina ava Firatê şermezar kir
4 adar, 2023   17:50
REQA

Endamên Yekitiya Cotkaran û Rêxistinên Civaka Sivîl li ber çemê Firatê li nêzî pira kevin kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê yekitiyê Ebdullatîf El Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel bêdengiya hêzên navneteweyî dewleta Tirk a dagirker şerê avê û birçîkirina gelên herêmê didomîne. Her wiha hate diyarkirin ku mijara parvekirina avê di têkiliyên navneteweyî û cîrantiyê de mijareke girîng e û hiqûqî ye.

 Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bang li NY û hikumetên Şam û Bexdayê hat kirin ku fişarê Tikiyeyê bikin û wê pabendî parvekirin avê bikin.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku gavên cidî bavêjin û hikumeta AKP`ê neçar bikin ku pabendî qanûna navneteweyî be û gel ji timayên Erdogan û şerê wî yê kirêt dûr bixin.

(şx)

ANHA