ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2023
3 adar, 2023   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şehîd Delel Azîzoglu (Raperîn Amed) konê sersaxiyê li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan vedigire, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi beşdarbûna xwendekarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê, zanîngehên Rojava, Kobanê û Şerq komxebatekê bi rêya online ji bo du rojan li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya nêzîkbûna 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Navenda Horî ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê pêşangeheke hunera şêwekarî û karên destan vedike. Her wiha dê helbest li ser Rêber Ocalan werin xwendin. Pêşangeh wê du rojan dewam bike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8ʹê Adarê, Kongra Star semînerekê li navenda xwe ya li Dêrikê dide. Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Çilaxa jî semînerekê dide, saet 11:000ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Qeterê sûdê ji karesata erdhejê digire da ku planan xwe ya guhertina demgorafiyaya herêmên dagirkirî temam bike. Di vê çarçoveyê de dewleta Qeterê dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê dike ku navê "Bajarê Qeterê" lê dike. Nivîskar û siyasetmendarkî sûrî hişyar da ku ev mêtîngeh bibin baregehên terora cîhanê. (BI WÊNE).

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec sedemên zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê spart binkeftina siyasetên wê yên navxweyî û derve.  Ehmed El Erec li ser hewldanên nêzîkûna dewletên Ereb ji hikumeta Şamê jî got, armanc rêgirtina li ber Tirkiye û Îranê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çend kamyonên alîkariya navneteweyî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn, lê têra peydakirina pêdiviyên şêniyên mexdûr nakin û hikumeta Şamê jî hîna di siyaseta xwe ya dorpêçkirina her du taxan de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Tevger û rêxistinên jinan xebatên xwe yên dîplomatîk zêdetir kirin. Her wiha ji bo yekkirina nêrînên jinan li hember sîstema dijberî rizgariya jinan, kongreyên navneteweyî û cîhanî hatin lidarxistin û li seranserê cîhanê jin tev lê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi dehan jinên ji herêmên cuda yên di sala 2021`an de li hev kom bûn, ji bo avakirina jiyaneke nû ji xwe û malbatên xwe re bi hev re astengî derbas kirin û ‘Komeleya Xeyalên Biçûk’ ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Dawiya Sibata 2023ʹyan de aloziya li Lîbyayê dikeve sala xwe ya 13ʹan. Aliyên ku piştî hilweşandina rejîma Qedafî gihiştin ser desthilatê heta niha nikarin saziyên hikumetê an jî artêşeke leşkerî ya yekbûyî ava bikin û nikarin welat ji milîs û çeteyan rizgar bikin. (BI WÊNE).

ANHA