​​​​​​​Li Şamê semînerek li ser 8ʹê Adarê hat dayîn

Bi boneya nêzîkbûna 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, semînerek li taxa Zorava ya Şamê hat dayîn.

​​​​​​​Li Şamê semînerek li ser 8ʹê Adarê hat dayîn
3 adar, 2023   20:45
NAVENDa NÛÇEYAN

Semîner ji aliyê Kongra Star ve bi beşdarbûna bi dehan şêniyên taxê hat dayîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Şamê Newroz Xelîl semîner bi rêve bir got: "8ʹê Adarê rihê têkoşîna sedên salan a rizgariya ji qeydên koletî û zihniyeta baviksalarî îfade dike."

Newroz Xelîl anî ziman ku şoreşa jinan a cîhanê dewam dike û got: "Jinên Kurd ji salên 80ʹî ve bi fikirê Rêber Ocalan têkoşîna xwe didomîne. Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna çekdarî ragihand û bi fikirê wê artêşa jinan hat avakirin. Rêbertî dibêje min deriyê azadiyê li pêşiya jinan vekir, divê jin vê rêyê temam bikin. Li ser vê yekê bi dehan jinên şoreşger li hemberî zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar dest bi têkoşînê kirin. Zeyneb Kinacî (Zîlan), Zekiya Alkan û Sema Yuce li hember zilma li ser jinan û gelê Kurd bedena xwe dan ber agir."

Newroz Xelîl di dawiyê de got: "Em jinên Kurd soza xwe ya girêdana bi doza Rêbertî û doza azadiya jinan nû dikin."

Semîner bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA