​​​​​​​Tevgera Ehrar Iraq têkildarî êrişa li ser Şengalê soza bersivdayînê da

Tevgera Ehrar Iraq a Îslamî têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê got: "Wê bersiva me bi muşek û balafiran bê dayîn.”

​​​​​​​Tevgera Ehrar Iraq têkildarî êrişa li ser Şengalê soza bersivdayînê da
27 sibat, 2023   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku YBŞ’ê ragihand her du fermandarên wan Pîr Çeko û Agir Cefrî îro di encama êrişa bi balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, Tevgera Ehrar Iraq a Îslamî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin her du fermandar ku bi destên Erdogan û di êrişek tirsonek de şehîd bûn, wek şehîdên Iraqê dihesibînin.

Di dewamê de Tevgera Ehrar Iraq a Îslamî got; “Yên ku vê xeletiyê kirin, bila bizanibin ku wê bersiva me tenê li ser kaxez û daxuyaniyê nemîne. Wê bersiva me bi muşek û balafiran bê dayîn.”