Konferansa "Ji Ocalan re azadî" sibe li Afrîkyaya Başûr dest pê dike

Konferansa "Ji Abdullah Ocalan re azadî, li cîhanê aştî û istiqrarʹʹ,  sibe li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr dest pê dike.

Konferansa "Ji Ocalan re azadî" sibe li Afrîkyaya Başûr dest pê dike
27 sibat, 2023   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr konferansa "Ji Abdullah Ocalan re azadî, li cîhanê aştî û istiqrar " destpê dike. Konferansa dê du rojan (28ʹê Sibatê û 1ʹê Adarê) dewam bike ji aliyê Koma Kar a Kurdî ya Mafên Mirovan ve  bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hatiye organîzekirin.

Nûnerên partiyên siyasî, sendîqeyên karkeran ên Afrîkyaya Başûrê, ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mezlûm Dînc, şandeyeke ji Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star dê beşdarî konferansê bibin.

Di konferansê de wê  axaftin ji aliyê Berdevkê Kongreya Neteweyî ya Afrîkyaya Başûr Cameron Dugmore, Berdevkê Partiya Komunîst a Afrîkyaya Başûr Sule Mbela, Berdevkê Partiya Cosatu Melvyn De Bruyne û Serokê Sendîqeyên Karkeran ên Afrîkyaya Başûr Barry Mitchell ve werin girtin.

Her wiha dadwer Albie Zaks dê beşdarî konferansê bibe û dê li ser aliyê qanûnî yê revandina Rêber Abdullah Ocalan biaxive. Dadwer Albie Zaks çalakvanekî mafên mirovan e û kesayetekî navdar di têkoşîna Afrîkaya Başûr ya li dijî nîjadperestiyê de bû. Zaks ji hêla Nelson Mandela ve wekî dadwer di yekem dadgeha destûrî ya welêt de hate erkdarkirin.

ROJVÊN KONFERANSÊ

Di roja yekemîn a konferansê de dê ev mijar werin nîqaşkirin:

1-Neteweya demokratîk û piştevaniya partiyên Afrîkyaya Başûr bi Rêber Ocalan re.

2-Hucreya takeksî ya ku Rêber Ocalan tê de hatiye ragirtin, peregala Îmraliyê û ezmûnên kesayetên ji Afrîkyayê Başûr ên di hucreyên tekeksî de.

3-Sedemên aloziyên li cîhanê û herêmê, desthilatdarî, sîstema dewlet-netewe û pirsgirêkên dewletên Rojhilata Navîn.

4-Têkoşîna rizgariyê ya gelan, bi taybetî têkoşîna gelê Kurd.

Di roja duyemîn a konferansê de dê 3 mijarên werin nîqaşkirin.

1-Çareseriya demokratîk ji Rojhilata Navîn û cîhanê re. Pê ve girêdayî, hewldanên jinan ên ji bo azadiyê, şoreşa jinan di siyasetê de, demokratîbûyîna civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî model, têkoşîna jinan a li welatên erebî, Tirkiye û Afrîkyayê. Neteweya demokratîk, rêveberiya xweser û avakirina aboriyê, ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

2-Li Rojhilata Navîn û cîhanê pêwîstiya bi şoreşê. Rewşa heyî, konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn, avakirina Sûriyeke demokratîk, girîngiya serbestberdana Rêber Ocalan û tevahî girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de û nexşereya ber bi bi demokrasiyê ve.

3-Însiyatîfên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê û Afrîkyaya Başûr hatine lidarxistin û hewldanên parêzerên Rêber Ocalan ên di vî warî de.

Konferans wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA