​​​​​​​mewsimê çandina sebzeyan dest pê kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cotkaran dest bi çandina sebzeyan kir. Hilberîna vê mewsimê bi awayekî mezin û erênî bandor li sûkên herêmî dike û nirxên sebzeyan kêm dike.

​​​​​​​mewsimê çandina sebzeyan dest pê kir
28 sibat, 2023   02:37
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Çandina sebzeyan li herêmê, stûneke bingehîn a çandiyê ye nexasim li gel dorpêça li ser herêmê, aloziya Sûriyeyê û daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê. Hilberîna herêmî û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê bûye pêwîstiyek.

Bi nêzîkbûna buharê re, cotkarên li navçeya Tirbespiyê dest bi çandina gelek cureyên sebzeyan mîna bacanên sor, xiyar, kûsa (kundir) û bacanên reş kir.

Di vê demê de cotkar destpêkê malên sergirtî amade dikin, piştre tov datînin, ji ber ku di malên sergirtî de germahiya pêwîst a ji bo gihîştina tovê û parastina wê ji seqemê û baranê peyda dike. Piştî ku ew tov dibin şitil, cotkar wan dibin di nava zeviyan de diçînin.

ÇAWA SEBZE DI XENDEQÊN BIÇÛK DE TÊN ÇANDIN?

Di çend salên dawîn de, bi taybetî di sala sala 2005`an de cotkaran ji bo çandina sebzeyan rêbazek bi navê tonel afirand. Destpêkê erdê baş dajon, piştre semadê xwezayî lê direşînin, xendeqan bi penahiya 2 metreyan û dirêjahiya 20 heta 25 metreyan dikolin û bi turikê plastîk li ser digirin. Dema şitil di malên sergirtî de mezin dibin, cotkar wan di nava wan xendeqan de diçînin.

Sitil bi rêya toreke avdanê ya dilop-dilop yan jî tora normal tê avdan. Her wiha cotkar semad û dermanên taybet tev li ava avdanê dikin.

Li navçeya Tirbespiyê çandina sebzeyan bi saya piştgiriya Rêveberiya Xweser bi pêş ketiye. Rûbara çandiniyê fireh bû, gelek cureyên nû yên sebzeyan êdî li navçeyê têne çandin. Bi vê yekê navçe bûye jêdera herî girîng a sebzeyan li herêma Cizîrê.

Der barê mijarê de cotkarê bi navê Dilbirîn Yûsif ê ji gundê Til Şiîr ê navçeya Tirbespiyê got: “Çandina sebzeyan fêdê li cotkar û sûka herêmî dike. Her wiha buhayê sebzeyan kêm dike.”

Yûsif diyar kir ku ji ber kêmbûna mazotê û buhabûna neylonan a ji bo malên sergirtî, ew zehmetiyan dikişînin.

(şx)

ANHA