PYDʹê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser peykerê li Qamişloyê da

PYDʹê êrişa li ser peykerê qurbaniyên komkujiya Sêfo şermezar kir û got, kiryarên bi vî rengê ji aliyê dijberên Rêveberiya Xweser ve têne kirin. 

PYDʹê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser peykerê li Qamişloyê da
26 sibat, 2023   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYDʹê bi daxuyaniyekê êrişa li ser ser peykerê qurbaniyên komkujiya Sêfo yê li Qamişloyê şermezar kir.

PYDʹê got: "Kiryarên bi vî rengî ji aliyê dijberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têne kirin. Ev Rêveberî wekî model û projeya demokratîk ji bo gelê Sûriye û tevahî aloziyên li herêmê ye. Her wiha jiyana hevbeş a gelên Sûriyeyê û yekitiya çarenûsê nîşan dide."

PYDʹê banga hevgirtinê û parastina destekftiyan  li pêkhateyên herêmê kir" Em bang li tevahî pêkhateyên Rêveberiya Xweser dikin ku hevgirtî bin, destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine avdan, biparêzin û bi hev re li hemberî hemû hewldanên aliyên dijber, ên xirabker û terorî yên ku ji bo ajnîdeyên herêmê û desthilatdarê kar dikin û projeya demokratîk dikin hedef, bisekinin."

Meclisa Giştî ya PYDʹê bang li saziyên ewlekariyên yên Rêveberiya Xweser kir ku "Hesab ji sûcdaran û hemû kesên ku destdirêjî nirxên gelan û nirxên ewlehî yên Rêveberiya Xweser û gelên wê dikin, bixwazin."

(bb)

ANHA