Rojnameyên erebî: Wezîrê karên derve yê Misirê serdana Şamê dike

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, der barê tevgerên erebî li hember hikumeta Şamê, şerê avê yê ku dewleta Tirk li dijî Iraqê dimeşîne û rewşa Filistînê de nivisîn.

Rojnameyên erebî: Wezîrê karên derve yê Misirê serdana Şamê dike
27 sibat, 2023   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ MISIRÊ ÎRO SERDANA ŞAMÊ DIKE’

Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî îro serdana Sûriye û Tirkiyeyê dike. Li gorî berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Ebû Zêd, serdan ji bo ragihandina peyama piştgiriyê ya Misirê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê ye.

Ebû Zêd duh eşkere kir ku Şukrî dê di hevdîtinan de amadebûna daîm a Qahîreyê destnîşan bike ku destek û alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re pêşkêş bike. Her wiha hikumet û gelê Misirê dê piştgiriya birayên xwe bike.

Şandeyeke Yekitiya Parlamentoya Ereban ku ji serokên parlamentoyên dewletên Ereban pêk dihat, piştî bidawîkirina kongreya yekitiyê li Bexdayê, serdana Şamê kir. Bi serokê Sûriyeyê Beşa El Esed re civiya. Ev jî hêviyên vegera Sûriyeyê ji bo Yekitiya Ereban vejandin. Girêdayî vê mijarê serokê parlamenotya Misirê Dr. Henefî Cebalî diyar kir ku Sûriye dê vegera cihê xwe yê xwezayî di Yekitiya Ereban de.

Li gorî SANA`yê serokê Yekitiya Parlamentoyên Ereban Mihemed El Helbûsî jî bi bîr xist ku ji bo piştgiriya Sûriyeyê û girîngiya pêkanîna xebatan li ser hemû astan ji bo ku Şam rola xwe ya çalak di derdora erebî de bilîze, şandeyê serdana Şamê kir.”

‘KÊMBÛNA AVA FIRAT Û DÎCLEYÊ; ŞERÊ AVÊ YÊ TIRKIYEYÊ LI DIJÎ IRAQÊ DÎSA DEST PÊ KIRIYE’

Rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Dîsa rêjeya ava depokirî li parêzgehên başûrê Iraqê gelekî kêm bûye. Desthilatê sedemên vê yekê vegerandin Tirkiyeyê. Ev destnîşan dike ku Enqere şerê avê li dijî iraqiyan ji nû ve dest pê kiriye.

Wezareta Jêderên Avê ya Iraqê ragihand ku desthilata Tirkiye herikîna ava çemên Firat û Dîcleyê gelek kêm kiriye. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê li rêjeya ava depokirî ya welêt dike.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku sedema kêmbûna parên ava li parêzgehên başûrê welêt di çend rojên dawîn de vedigere, kêmkirina herikîna avê ya bendava Mûsilê, Dîcle û bendava Hedîsa ya li ser Firatê ji aliyê Tirkiyê ve. Di encamê de rêjeya ava depokirî gelekî kêm bûye.

Ji ber ku av zêde kêm bûye êdî pêkan e ku li bajarê Nasriyê yê parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê, binê çemê Firatê û bingeha pirên çemê bêne dîtin.

Dosyaya avê, ji bo Iraqê mijareke bingehîn û girêk e. Bexda gelek caran Îran û Tirkiye tawanbar kirine ku rêjeya herikîna avê ya welêt kêm kiriye nexasim ku bendavan li ser her du çeman ava dikin.”

‘ÎSRAÎL Û FILISTÎNÊ SOZ DAN KU TUNDIYÊ LI EQEBEYÊ RAWESTÎNIN’

Rojnameya El Beyan girêdayî rewşa Filistînê wiha nivisî: “Îsraîl di civînekê de li gel rayedarên filistînê li Urdinê soza da ku êdî ruxsetên avakirina mêtingehan li Difa Xerbiye heta 6 mehan nade. Her wiha her du aliyan li ser rawestandina tundiyê li Eqebeyê destnîşan kir. Rayedarên îsraîlî û filistînî careke din pêwîstiya pabendîbûnê destnîşan kir ji bo ku tundî raweste. Urdun, Misir û DYA van lihevkirinan, wek gaveke erênî ber bi çalakkirina têkiliyan di navbera her du aliyan de bi nav kirin.

Rayedaran diyar kir ku ev cara yekê ye piştî gelek salan di civînê de rêveberên peyabilind ên ewlehiyê yên Îsraîl û Filistînê beşdar bûn ji bo ku aramiyê vegerînin Îsraîl, Difa Xerbiye û Xezayê. Di daxuyaniya hevbeş de piştî civînê, hikumeta Îsraîl û Desthilata Nîştimanî ya Filistînê destnîşan kirin ku ew amade bi hev re girtekên yekalî heta 6 mehan rawestînin. Di nav de, wê Îsraîl gotubêjên avakirina mêtingeheke din heta 4 mehan û erêkirina avakirina mêtingehên nû heta 6 mehan rawestîne, heye.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku beşdaran li ser lidarxistina civîneke din li bajarê Şerm El Şêx ê Misirê di Adara bê de li hev kir. Her wiha beşdaran, girîngiya civîna Eqebeyê destnîşan kir û lihev kir ku lidarxistina mîna van civînan li gorî vê rêgezê û parastina vê erêniyê bidomînin ta ku di dawiyê de bigihêjin çareseriyeke siyasî ku aştiyeke adil û daîm pêk bîne.

Civîn bi beşdariya şêwirmendê serokê Amerîkayê Joe Biden a Kar û Barên Rojhilata Navîn Brett McGurk, rayedarên Urdun û Misirê li dar ket.”

(şx)