​​​​​​​Ji gelê Lubnanê kampanyayên alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê

Di demekê de dewlet alîkariyên mirovî pêşkêşî mexdûrên erdhejê nakin, gelek ciwanan li ser medyayên dîjîtalê însiyatîfên takakesî yên komkirina alîkariyan ji mexdûran re organîze kirin.

​​​​​​​Ji gelê Lubnanê kampanyayên alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê
27 sibat, 2023   01:47
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Ji roja destpêkê ya erdheja li Tirkiyeyê ve ku bandor li Sûriyeyê jî kir, gelê Lubnanê lez da komkirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê re.

Xelkê Lubnan ku krîza aboriyê ya dijwar dikişîne, hemû ked dan ku cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin. Her wiha bi rêya medyayên dîjîtalê kampanyayên komkirina alîkariyan ji aliyê ciwanan ve hatin organîzekirin.

Kesên bi însiyatîfan radibin, da zanîn ku alîkariyên ku gihaştine Tirkiyeyê ji yên gihaştine gelê Sûriyeyê pir zêde ne.

Dilxwazên têkildarî vê xebatê, diyar kir ku bi vê gavê ew hewl didin dorpêça li ser gelê Sûriyeyê bişikînin.

Rojnameger û yek ji kesên li ser vê însiyatîfê disekine, Ehmed Îsa got: "Di çarçoveya kampanyayên ku li ser medyayên dîjîtalê dane destpêkirin de di 24 saetan de nêzî 20 hezar dolar, derman, pêdiviyên zarokan, parên xurdemenî, betanî, cil û hwd kom kirine. Gelek çalakger û rojnamegerên ji 6 navendan beşdarî vê yekê bûn."

Li aliyekî din jî rojnameger Xilûd El Sayix got: " Dewletên mezin biryar dan ku dev ji Sûriye û gelê wê berdin. Alîkarî da Tirkiye tenê û Sûriye ji bîr kirin. Gelê Lubnanê bi dil û canê bi gelê Sûriyeyê re ye."

Xilûd Sayix diyar kir ku gelê Lubnanê biryar da ku bi derfetên kêm hemû qeydan bişkînin û wiha domand:

"Ji dema ragihandina însiyatîfê ve telefon nesekiniye. Me coşeke mezin dît. Xelkê li gorî derfetên xwe alîkarî dan mexdûrên erdhejê. Ev alîkarî wê ne ya dawî be."

Ji bilî çalakger û rojnamegeran e, gelek hunermend û aktorvan jî beşdarî kampanyayên alîkariyan bûn. Mîna aktorvanê Lubnanê Mihemed El Hayik. El Hayik got: "Gelê Sûriyeyê tu piştgiriya xwe ji gelê Lubnanê re nesekinand. Ji lew re erka me ye ku em bersivê wan başiyê bidin."

Hejmarekek mezin a welatiyên alîkariyên wekî cil û derman pêşkêşî mexdûrên erdhejê yên Sûriyeyê kirin. Welatiyan ji ajansa me re gotin: ʹʹSûriye namire û namire jî. Çiqas gelê Sûriyeyê dorpêç bikin, dê gelê Lubnanê vê dorpêçê bişikînin.ʹʹ

Rojane gel piştgiriya xwe ji hev dû re îsbat dikin. Gelan bi coçeke mezin alîkarî ji mexdûrên erdhejê re kom kirin. Bi wê yekê peyamekê didin cihanê ku dema bûyerek mirov be û dema mirov hawariyê li birayê xwe yê mirov dike, hemû tiştên qedexe hildiweşin û astengê tên derbaskirin.

(fr)

ANHA