Li dibistanên Qamişloyê komîteyên jîngehê

Komeleya Keziyên Kesk werşeyeke perwerdeya jîngehê ji mamosteyan re bi navê ′Dibistana jîngehî civaka jîngehî ye′ li dar xist ku komîteyên jîngehê di dibistanan de aktîf bikin.

Li dibistanên Qamişloyê komîteyên jîngehê
24 sibat, 2023   08:15
QAMIŞLO

Komeleya Keziyên Kesk bi beşdariya 25 mamosteyan werşeyeke perwerdeyê bi navê ′Dibistana jîngehî civaka jîngehî ye′ li hola semîneran a li avahiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ya li Qamişloyê li dar xist.

Destpêkê, lêkolîner û çalakvanê jîngehê û endamê Komeleya Keziyên Kesk Mihemed Hisên li ser rewşa jîngehê, xetereyên mirovan li dijî jîngehê û bandora mirovan a li ser atmosferê axivî.

Li aliyekî din jî çalakvanê jîngehê yê rêxistina HDCO’yê Herwan Ferho bernameya dibistanên jîngehê (ECOschool) axivî û wiha got: "Bernameya dibistanên jîngehê ji hêla Rêveberiya Komîteya Dibistanên Jîngehê ve hate danîn. Bi wê re xwendekarên li hundirê dibistanê di dema perwerdeyê de dibistanan veguherînin saziyên perwerdeyê û dostên jîngehê. Ew yek dê bi rêya zanabûna li ser jîngehê û testên pratîk ên di dibistanan de tên kirin, pêk bê."

Berdevkê Komeleya Keziyên Kesk Ziyor Şêxo hûrgiliyên tecrubeya komeleyê û projeyên wê şîrove kirin û diyar kir ku komele ji 2020′an ve pişta xwe nade kesî û gavên aktîf di zêdekirina rûbera şînkahiyê li piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de avêtin.

Endazyarê çandiniyê Înad Elî semînerek têkildarî cureyên herî girîng ên dar û giyayên li gorî hewaya herêmê û çawaniya çandin û baldariyê wan, da.

Dûre beşdaran pirs û nîqaşên xwe kirin. Werşe bi biryardayîna aktîfkirina komîteyên jîngehê li dibistanên kantonê û erkdarkirina mamosteyan ji bo rêvebirina wan, bi dawî bû.

(fr)

ANHA