Serhildana li Rojhilat û Îranê didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 162 roj e dewam dike.

Serhildana li Rojhilat û Îranê didome
24 sibat, 2023   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê re 162 roj derbaz bûn. Tevî kuştin, darvekirin û gefên dewleta Îranê jî nerazîbûna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike.

Duh li Goristana Beheştî Mihemed a li bajarê Sineyê, bi sedan kes li ser gora xwepêşandêrekî kom bûn û bi bîr anîn. Welatiyan li ser gorê dirûşmên li dijî desthilata Îranê berz kirin.

Li bajarê Çalus ê bakurê Îranê, malbata xwepêşander Emîr Hisên Natrî ku di xwest di roja jidayikbûna wî de bi bîr bînin, rastî astengiya hêzên Îranê hat. Ji ber astengiya hêzên Îranê, merasîma bîranîn û pîrozkirina roja jidayikbûna Emîr Hisên pêk nehat.

POLÎSAN BI ÎŞKENCEYÊ XWEPÊŞANDÊREK QETIL KIR

Duh yek ji xwepêşandêrên Belûçistanê ê bi navê Îbrahîm Rêg bi kefalet hatibû berdan û piştre carek din hatibû destgîrkirin, li navendeke polîsan bi îşkenceyê hate qetilkirin.

Li Zahîdanê jî gel xwest piştî nimêja Înê carekE din dakeve kolanan, lê hêzên Îranê bajêr dorpêç kiribû û gef li xelkê xwarin. Hêzên Îranê li nav kolanan digeriyan û rasterast gef li xelkê dixwarin.

Hêzeke Besîc di nav bajarê Îslamşehir de êrişî ser peymangeheke fêrbûna ziman kir û 2 jinên ciwan destgîr kirin. Malbatên xwendevanan li ber derê peymangehê kom bûn û li dijî desthilata Îranê nerazîbûna xwe nîşan da.