​​​​​​​MÎT′ê Kurdên revandî ji girtîgeha Maratê veguhastin Tirkiyeyê

MÎT′ê û çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ Kurdên ku revandine, ji girtîgeha Maratê ber bi Tirkiyeyê ve veguhastin.

​​​​​​​MÎT′ê Kurdên revandî ji girtîgeha Maratê veguhastin Tirkiyeyê
24 sibat, 2023   09:18
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ 45 Kurdên revandine, ji girtîgeha Maratê bi rêya deriyê sînor ê Hemamê li navçeya Cindirêsê ber bi xaka Tirkiyeyê ve veguhastin.

Çavkaniyan da zanîn ku ji ber sedemên nediyar kesên girtî veguhastine Tirkiyeyê.

Girtîgeha Maratê li gundê Maratê yê bi 5 kîlometreyan li rojavayê navenda Efrînê ye. Tê de bi sedanên revandiyên Kurd û Ereb û her wiha jinên ji şêniyên resen ên Efrînê hene.

(fr)

ANHA