Rojnameyên erebî: Di êrişeke nû ya DAIŞ`ê de 53 kes hatin kuştin

Rojnameyên erebî vê sibehê têkildarî êrişa nû ya çeteyên DAIŞ`ê ya li çolistana Sûriyeyê û rewşa Îranê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Di êrişeke nû ya DAIŞ`ê de 53 kes hatin kuştin
18 sibat, 2023   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI ÊRIŞA ÇETEYÊN DAIŞ`Ê DE LI NAVERASTA SÛRIYEYÊ 53 KES HATIN KUŞTIN’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê der bare rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Li gorî televîzyona fermî ya Sûriyeyê, duh di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de li naverasta Sûriyeyê 53 kes hatin kuştin. Artêşa Amerîkayê jî ragihand ku di êrişeke li Sûriyeyê de serçeteyekî DAIŞ`ê hatiye kuştin û 4 leşkerên amerîkî di operasyonê de birîndar bûne.

Li gorî televîzyona Sûriyeyê, di êrişa terorîstên DAIŞ`ê ya li başûrê rojhilatê bajarê Sexne yê rojhilatê Humsê de, 53 kes hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) re jî ragihand ku di êrişê de 36 sivîl hatine kuştin. SOHR`ê got ku 36 kesên ji herêma Sexne hatine kuştin, hin kes jî reviyane û ji herêmê derketine.

Roja şemiyê jî li heman herêmê êriş pêk hatibû û 16 kes hatibûn kuştin. SOHR`ê ragihandibû ku di heman êrişê de 60 kes hatiye revandin.

SOHR`ê bi bîr xist ku ji kesên hatine revandin 25 kes hatine berdan, lê çarenûsa kesên din hîn ne diyar e. Di mehên dawîn de ruxmî ku DAIŞ`ê gelek deverên li Sûriyeyê lê bi cih dibû, ji dest dan û ruxmî êrişên Koalîsyona Navneteweyî jî, êrişên xwe zêde kirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Leşkerî ya Amerîkayê ji rojnameya Şerq El Ewsat re, serçeteyê DAIŞ`ê Hemze El Humsî di êrişa li Sûriyeyê de hatiye kuştin.

Ji 2011`an de li Sûriyeyê şer heye. Ji wê demê û heta niha nêzî nîv milyon kes hatiye kuştin, binesazî wêran bûye û zêdetirî nîvê niştecihên welat koçber û penaber bûne.”

‘RAYEDAREKÎ AMERÎKÎ: ÎRANÊ DERFETA VEGERA LI PEYMANA NUKLEERÎ JI DEST DA’

Rojnameya şerq El Ewsat jî têkildarî rewşa Îranê nivîsî: “Cîgirê alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Daniel Benaim got îraniyan derfeta vegera li pêkanîna peymana nukleerî di Îlona borî de ji dest daye.

Benaim ku li mala balyozê Amerîkayê yê Riyadê ji rojnamevanan re axivî, diyar kir ku serok Joe Biden hîna jî rê nade ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe.

Benaim her wiha anî ziman ku Erebistana Siûdî di xurtkirina îstîqrara herêmê de roleke sereke dilîze.”

(cx)