Gelek dayik nikarin şîr ji bo zarokên xwe peyda bikin

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî karesata erdhejê jî dewam dike û nebûna şîrê zarokan metirsiyê li ser jiyan û tenduristiya zarokan çêdike.

Gelek dayik nikarin şîr ji bo zarokên xwe peyda bikin
Gelek dayik nikarin şîr ji bo zarokên xwe peyda bikin
Gelek dayik nikarin şîr ji bo zarokên xwe peyda bikin
18 sibat, 2023   06:29
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Dorpêça Firqeya 4′an a hêzên hikumeta Şamê, bi taybet piştî erdhejê û valakirina malan ji tirsa hilweşînê, êşên şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêdetir dike.

Bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê nahêlin ku madeyên sereke, sotemenî, derman û şîrê zarokan derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê bibin. Ev yek nîşaneya karesateke mezin dide û xeteriyê li ser jiyana hejmarek mezin a zarokan çêdike.

Hin malbatên ku ji bo têrkirina zarokên xwe nikarin şîr peyda nakin, ji ajansa me re axivîn.

Nûjîn Elî ku nikare şîr ji zarokê xwe yê yeksal û nîvî re peyda bike, wiha got: "Piştî erdhejê, em ji malên xwe derketin û em di konên ku Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsd û Eşrefiyê de vedane, bi cih bûn. Rewşa me zehmet e.”

Nûjîn wiha domand: "Heta niha Firqeya 4′an dorpêçê dewam dike. Zarokên me biçûk in û pêdiviya wan bi şîr heye, lê em nikarin şîr peyda bikin. Siyasetên wan beriya erdhejê û heta niha dewam dikin."

Nûjîn hêvî kir ku şîr ji zarokê xwe re bibîne û wiha pê de çû: "Rewşa min mîna rewşa van hemû dayikan e. Em azarên tunebûna şîrên zarokên xwe dikişînin. Divê dorpêç were bidawîkirin."

Dayika zarokê yeksal nîvî Ezîze Mihemed jî bi vê gotinê rewşa zarokên li her du taxan wesif kir: "Gunehê wan çi ye."

Ezîze wiha domand: "Firqeya 4′an xwarin ji ser zarokên me qut dike."

Di 17′ê Çileyê de ajansa me nûçeyek li ser tunebûna şîrê zarokan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weşandibû.

(fr)

ANHA