​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2023
17 sibat, 2023   23:00

-Yekitiya Jinên Êzidî a Rojava li Tirbespiyê semînerekê ji bo danasîna urf û adatên ola êzidî (Cejna Xidir Ilyas) li hola nivîsgeha PYD′ê li dar dixe. Saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe ya salane li hola Serdem a Çandê ya Hesekê li dar dixe. Saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) rûniştineke diyalogê li hola Sendîqaya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê têkildarî pêşdeçûnên dawî li dar dixe. Saet 14:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û zanyarên navdar ên cîhanê, ji Amerîkayê heta Ewropayê, heta ‎Asya û Afrîkayê, diyar dikin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di dema herî nêz de ‎mîsoger bibe û wî wek “Fîlozof û rûyê rasteqîn ê mirovahiyê” pênase dikin.‎

- Tunebûna şîrê zarokan, ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, gefan ‎li ser zarok û tenduristiya wan dixwin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîq Wetanî -Tevgera Guhartina Demokratîk Ziyad ‎Wetfê da zanîn ku Rêber Ocalan girêdanên neteweyî derbas kir û bû rêberekî navneteweyî û ‎fikrên wî girêdanên neteweyî derbas kirin.‎

-‎18 gundên li rojavayê Kobanê, ji ber erdheja di 6′ê Sibatê li herêmê çêbûye de, li ber xeteriya ‎tîbûnê ne. Erdhejê bandor binesazî û xezaneya parzûnkirinê ji bo ava vexwarinê kir.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Koordînator û Berdevka Însiyatîfa Nûn a Ji Ocalan re Azadî encamên serdana şandeya ‎însiyatîfê ya li Konseya Ewropayê eşkere kir û diyar kir ku CPTʹyê demeke ji bo hevdîtinê ‎diyar nekir.‎

- Serokê Partiya Destpêkê Sûriye Selman Şebîb anî ziman ku divê dosyaya mirovî ji şantajên siyasî ‎were dûrxistin û deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re werin vekirin.‎

RAPOR

- Erdheja ku 6ʹê Sibatê rû da, derewên desthilata dewleta Tirk eşkere kirin. Di vê erdhejê de ‎derket holê ku avahiyên hilweşiyayî, li gorî pîvanên durist nehatibûn avakirin. Her wiha proje ‎hebûn ku dîroka şaristaniyên kevin ji holê rakirin. Dîsa jî eşkere bû ku bacên hatibûn kombûn ji ‎bo xizmeta dewletê hatin xerçkirin û alîkarî hatin firotin.

ANHA‎