ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-2-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-2-2023
14 sibat, 2023   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî girêva birçîbûnê li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li bajarê Qamişlo, navçeyên Dêrik û Girkê Legê li dar dixin saet di 12:00`an de. Di heman çarçoveyê de şêniyên Hesekê derdikevin xwepêşandanê saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyane, destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan bersiva rejîma dijberî doza azadiya jinan e û got ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê geş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Salih Gedo da zanîn ku biryara KCK`ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî berpirsyariya nîştimanî û mirovî ye, lê dewleta Tirk bi şer bersiv dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mexdûrên erdhejê hemleyek ji bo komkirina alîkariyan bi dirûşma “Bi hev re ji bo mirovahiyê dest pê kir. Koçberên Kampa Erşîe ya başûrê Hesekê derdora 20 ton cil û bergên zivistanê û batanî pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Encamên erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê zihniyeta faşîst a dewleta Tirk a li hemberî Kurd û Elewiyan bi taybetî, eşkere kir. Li aliyê din, xelkê Amedê îsbat kir ku civaka birêxistinkirî li benda dewletê namîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hikumeta Şamê dorpêçeke tengav li dijî kantona Şehbayê didomîne û nahêle, sotemenî, derman û madeyên xwarinê derbas bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gel ambargo û derfetên kêm, şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi însiyatîfa xweser alîkariya mexdûrên erdhejê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

15ʹê Sibata 1999ʹan de Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke qirêjî de hat revandin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin. Ev 24 sal e Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ragirtî ye û nava di mercên siyasî yên dijwar û tecrîdeke girankirî de dijî. Ji zêdetirî 22 mehan ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Heta niha 33 daxwazên parêzer û malbatan ên dîtina wî hatine redkirin. (BI WÊNE)

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de balê dikişîne ser polîtîkîkayên desthilatdariyan û bandora wan a di zêdebûna hilweşîn û windahiyên di qewînên xwezayî de. Rêber Ocalan dibêje, “Desthilatdar û dewlet di pêvajoya komkirina sermayeye de, di nava hev de mezin dibin; ev jî ne bend û giraniyên wisa ne ku tu hevsengiyên civakî û hawirdorê ragirin.”

ANHA