Li Amedê piştevanî, li Mereşê komkujî û xemsarî

Encamên erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê zihniyeta faşîst a dewleta Tirk a li hemberî Kurd û Elewiyan bi taybetî, eşkere kir. Li aliyê din, xelkê Amedê îsbat kir ku civaka birêxistinkirî li benda dewletê namîne.

Li Amedê piştevanî, li Mereşê komkujî û xemsarî
15 sibat, 2023   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê ji ber xemsarî û derengmayîna dewleta Tirk a faşîst veguherî xebatên derxistina qurbaniyan, hêviyên derxistina xelkê bi saxî jî her diçe kêm dibin.

Mereş navenda erdhejê bû û herî zêde pêdiviya wê bi xebatên rizgarkirin û rakirina kavilan hebû. Lê dewleta Tirk a faşîst ev rastî paşguh kir, Elewî û Kurd bi mirinê re rû bi rû hiştin û bi wê yekê Komkujiya Mereşê ya 1978′an dubare kir.

Tiştê li Mereşê çêbûye komkujî ye. Ruxmî ku gelek dewletan destek da û tîmên tibî û alîkariyê şandin Tirkiyeyê, lê ji ber xemsarî û paşguhkirina desthilata Tirkiyeyê hê jî bi hezaran kes di bin enqazan de ne.

Di dawiya Kanûna 1978′an de rêxistina “Gurên Boz” ku baskê çekdarî yê MHP′ê (şirîka AKP′ê di desthilatê heyî ya Tirkiyeyê de) li Mereşê komkujî pêk anî. Di encamê de bi sedan Elewî bûn qurbanî û hîna jî gorên wan nayên zanîn, dosyayên wan jî li gel fermandariya hêzên bejahî ya artêşa Tirk a dagirker iin û bi bihaneya ku “sirên dewletê ne” nehatine teslîmkirin. Di wê komkujiyê de zêdetirî hezar kes jî birîndar bû û bi sedan mal û dikan hatin rûxandin.

DESTHILATA TIRKIYEYÊ HEWL DIDE RASTIYAN VEŞÊRE

Di 12′yê Sibatê de parlamentera HDP′ê Zuleyxa Gulum got: "Li vir ji du aliyan ve pirsgirêk hene. Ya yekemin, rakirina kavilan beriya derxistina cenazeyan tê wateya wêrankirina cenazeyan. Eger cenaze li wî cihî hatin dîtin, divê nasnameya cenaze bê piştrastkirin, lê rakirina kavilan dê diyarkirina nasnameya cenazeyan pir zehmet bike. Ya duyemîn jî divê avahî bên diyarkirin, ji ber ku zirar gihiştiye wan avahiyan û berpirsiyarên wan hene.”

Di daxuyaniyeke ku hate gotin serokê Saziya Elewiyên Demokrat daye de û li ser malperên medyaya dijîtal hat parvekirin, wiha tê gotin: "Hikumeta Tirkiyeyê hewl dide aloziya piştî erdhejê weke şansekê bi kar bîne, ji bo ku Elewiyan ji herêmên erdhejan ber bi bajarên mezin ve bişîne û baweriya sunî li ser wan ferz bike. Bi wê yekê wê hewl bide çanda wan ji holê rake. Cudahiya siyasî di hewldanên alîkariyê yên saziyên hikumetê de eşkere ye."

LI AMEDÊ HEVGIRTINA CIVAKÊ

Li aliyê din, xelkê Amedê ku para wan jî ji erdhejê hebû, di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de li benda hikumeta AKP′ê nema. Şêniyan yekser û ji kêliya destpêkê ve dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kir û bi serkêşiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kampanyayên alîkariyan dan destpêkirin. Gel bi ruhê seferberiyê tevlî van kampanyayan bû.

HDP′ê jî tavilê navenda koordinasyona krîzan ava kir, 219 kamyon û 140 kamyonên alîkariyê şandin herêmên erdhejan. Jinan jî ji bo mexdûrên erdhejê nan çêkir. Dayikên li Şirnaxê jî seferberî ragihand û hemleya ′ji her malekê nanek′ da destpêkirin, da ku nan bişînin herêmên karesatê û yên ku tîmên rizgariyê yên ne hikumî lê kar dikirin.

Heta niha hejmara qurbaniyên erdhejê li Amedê nêzî 300 kesî ye. Ruxmî derfetên kêm jî xebata lêgerînê û komkirina alîkariyan ji şênî û bazirganan dewam dike.

Ruhê hevgirtina civakî, hevkarî û rêxistinbûnê li Amedê bi rêjeyek mezin bû sedema kêmkirina hejmara qurbaniyan. Li beramber wê yekê jî xemsarî û paşguhkirina sîstematîk a desthilata AKP′ê hişt ku li Mereşê komkujiyeke din pêk were.

(fr/cx)

ANHA