Beşeke din a alîkariyan bi rêya Ewn El Dadat derbasî bakurê Sûriyê bû

Beşeke din a alîkariyên ji aliyê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine amadekirin, ber bi herêmên wêranbûyî yên bakurê Sûriyê bûn.

Beşeke din a alîkariyan bi rêya Ewn El Dadat derbasî bakurê Sûriyê bû
14 sibat, 2023   19:41
MINBIC

Bi hêsanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hemû derî vekirin ji bo ku alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê, ji duh ve karwanên alîkariyan ber bi herêmên wêranbûyî yên bakurê Sûriyê ve derbas dibin.

Alîkariyên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevbendiya rêxistinên civaka sivîl amade kirine bi rêya deriyê Ewn El Dadat a di navbera Minbic û Cerablusê de derbasî bakurê Sûriyê bûn.

Îro jî 5 kamyonên madeyên xwarinê, kon, cilûberg, betanî û gelek madeyên din derbasî bakurê Sûriyê bûn.

Bi wê re, hajmara kamyonên alîkariyan ku di deriyê re derbas bûne gihaşt zêdetirî 125 kamyonan.

Hêjeyî bi bîrixistinê ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 8`ê Sibatê ve 30 sahrîcên sotemeniyê şandin deriyê Um El Cilûd a di navbera Minbic û Cerablusê de, lê dewleta Tirk a dagirker heta niha rê nedaye ku ev sahrîc derbasî bakur rojavayê Sûriyê bibin.

Her wiha du karwanên din ên alîkariyan ku ji 100 tankerên sotemeniyê pêk tên li deriyê El Tayiha ne ji bo ku derbasî herêmên wêranbûyî yên Helebê bibin. Lê hikumeta Şamê nahêle ev karwan derbas bibe. Li rex wê karwanek din heye ku Heyva Sor a Kurd pêşkêş kiriye. Di nav karwanê de tîmeke tenduristiyê, bijîşk û hemşîre û hemû pêdiviyên tenduristiyê hene.

Heta kêliya amadekirina nûçeyê, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nehiştin ev alîkarî derbasî herêmên wêranbûyî bibin.

(şx)

ANHA