​​​​​​​Kongreya 1`emîn a Odaya Endezyaran a kantona Qamişlo li dar ket

Odeya Endezyaran a Kantona Qamişlo kongreya xwe ya yekemîn bi dirûşma “Ber bi endezeyeke nûjen ku rajeya civak û jîngehê dike", li dar xist. Di kongreyê de rêziknameya xwe nîqaş kir û meclisa odayê hilbijart.

​​​​​​​Kongreya 1`emîn a Odaya Endezyaran a kantona Qamişlo li dar ket
4 sibat, 2023   19:04
QAMIŞLO

Kongre bi beşdariya 73 delegeyên Odeya Endezyaran a Qamişlo, Dêrik û Amûdê li hola Efrîn a li bajarê Qamişlo li dar ket. Ji bilî beşa çandiniyê hemû endzeyarên beşên din tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de bernameya kongreyê ku ji rewşa siyasî, cîhanî û herêmî, xwendina rapora rêxistinî, malî ya odayê, rêzikname, hilbijartina Meclisa Odaya Endezyarên Kantona Qamişlo û hilbijartina Meclisa Şûbeya Nivîsgehan pêk tê, hate diyarkirin.

/ar/uploads/files/2023/02/04/174519_ghryb-hsw.webp

Ji bo şîrovekirina rewşa siyasî, cîhanî û herêmî, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir. Hiso girîngiya lidarxistina kongreyê di vê dema hesas de destnîşan kir nexasim li gel lihevkirinên dijberî rêveberiya herêmê û berdewamkirina êrişên li dijî herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve.

Hiso îşaret bi rola stratejîk a pîşeya endezeyê di jiyanê de kir û got: “Armanca kongreyê, birêxistinkirina Odaya Endezayan a kantonê û pêxistina xebatên xizmetguzarî û endezyarî di civakê de ye. Ji bo ku rola xwe di pêşxistina hawîrdorê û civakê de bilîze. Pêvajoya herêm tê re derbas dibe, pêwîst dike ku hemû beşên civakê xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku asta şerê cîhanê yê sêyemîn zêde bûye û bandor li cîhan û gelên herêmê dike. Sedema vê jî, pergala kapîtalîst e ku binkeftina pergala desthilatdar a cîhanê nîşan dide ku nikare pirsgirêkên gelan çareser bike û rê li pêşiya azar û êşên ji ber siyasetên wan çêbûne, bigire. Ev pergal heta radeyekê rêzê ji lihevkirin, qanûn û biryarên xwe re nagire mîna biryara 2254 a navneteweyî ya taybet a Sûriyê.”

Piştî şîrovekirina rewşa siyasî, bernameya kongreyê li pêşiya çapemeniyê girtî berdewam kir.

Piştî wê, beşdarên kongreyê rêziknameya odayê ya ji 17 medayan pêk tê nîqaş kirin. Di nav de armancên odayê, şertên endamtiyê, erk û mafên endaman, mekanîzmeya rêxistinî ya odayê, rewşa taqawîdan û qanûnên giştî hene.

Di dawiya kongreyê de endamên Meclisa Odayê hatin hilbijartin ku Ebas Murad, Hêlîn Hesen, Newroz Îsa, Silîva Hisên, Riyad Rimêd, Ebdurezaq Hemê, Seîd Hesen, Sara Hekîm, Evîn Elî, Remadan Hesen û Selahudîn MIhemed in.

Ji bo Şûbeya Nivîsgehên Taybet Kîm Hisên, Merwan Hesen, Seher Ehmed, Rîwas Îsa, Ferhad Dawûd, Hisên Xelef û Ehmed Îsmaîl hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA