Firqeya 4`an gelek welatiyên taxa Şêxmeqsûd revandin

Di çarçoveya siyasetên tengavkirin û dorpêçê de, endamên Firqeya 4`an ên li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav bûne, li gelek welatiyan dan û gelek welatiyên din jî revandin.

Firqeya 4`an gelek welatiyên taxa Şêxmeqsûd revandin
4 sibat, 2023   16:20
HELEB-XEYS ŞEMÛSDÎN

Çavkaniyên agahdar ji ajansa me re eşkere kirin ku endamên girêdayî Firqeya 4`an a hikumeta Şamê li gelek welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dane bi dehan revandin ku di bendên kontrolê yên wê re derbas bûn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji hefteyekê ve Firqeya 4`an, endamên xwe li dora her du taxan belav kirine û ji derdora 5 mehan ve dorpêç li her du taxan û kantona Şehbayê ferz dike.

Şahidan jî, da zanîn ku endamên Firqeya 4`an li ser benda kontrola ya di navbera taxa Eşrefiye û herêmê hikumeta Şamê de, li welatiyekî dane dema di benda wan re derbas bû.

Endamên heman benda kontrolê ji duh sibehê ve bi tawanên cuda bi dehan welatî revandin. Di nav wan tawanan de ku bi wan re 150 hezar lîre heye yan jî bi wan re telefonên nehatine gumrikkirin hene.

Li gorî gelek çalakvanan beyî qanûnekê û di çarçoveya siyasetên tengavkirina şêniyên her du taxan de, welatî nikarin zêdetirî 150 hezar lîre bi xwe re rakin, dema bixwazin di bendên kontrolê yên hikumeta Şamê re derbas bibin.

Welatiyê bi navê L.E ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike û bi xwe bazirganê cil û bergan e, got ev biryar, nahêle ku ew bi hêsanî pîşeya xwe bikin.

L.E diyar kir ku ger bixwazin caw bikirin û derbasî taxê bikin, pêwîstiya wan bi 20 milyonan lîreyên sûrî heye.

Der barê rêbaza derbaskirina pere di bendên kontrolê re, L.E got di pirî caran de rişwet û baçan didin ji bo ku neyê girtin yan jî revandin.

Ruxmî ku Firqeya 4`an, derfetê dide ku sebze û madeyên xwarinê derbas bibin, lê baçan lê ferz dikin ku ew jî lêçûna wan madeyan zêde dike û barê welatiyan girantir dike nexasim piştî daketina nirxê lîreyê sûrî li beramber dolarê.

Tê bibîrxistin ku Firqeya 4`an a hiukmeta Şamê dorpêçeke tengav li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê ferz kiriye ku nahêle, sotemenî, derman, ard, şîrê zarokan derbasî her du taxan û kantonê bibe. Ev jî jiyana bi hezaran welatiyan dixe xetereyê.

(dm-şx)

ANHA