​​​​​​​Lihevkirina petrolê ya bi Îtalyayê re rewşeke aloz li Lîbyayê çêkir

Lihevkirina petrolê ku hikumeta Wehda Wataniye ya Lîbyayê bi Îtalyayê re îmze kiriye, tevliheviyeke mezin çêkir. Çavdêran ev yek wek firotina berhemên binerd ên Lîbyayê li beramber mayîna serokê hikumeta demborî li ser desthilatê heta hilbijartinên bê, bi nav kir.

​​​​​​​Lihevkirina petrolê ya bi Îtalyayê re rewşeke aloz li Lîbyayê çêkir
3 sibat, 2023   00:37
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Piştî ragihandina îmzekirina lihevkirina petrolê di navbera hikumeta El Debîbe ya demborî û hikumeta Îtalyayê de, pêşketinên bilez û aloziyên nû li Lîbyayê rû didin,.

Li gorî raporan, piştî ragihandina lihevkirinê ku serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di serdana xwe ya bo Terablusê de îmze kir, xwepêşandêran navenda Melîte ya petrol û gazê ya sereke ku gazê dide Îtalyayê, girt.

Xwepêşandêran banga rawestandina lihevkirinê kir, ji ber ku ev lihevkirin nîşana dayîna tawîzekê ji beşeke mezin a mafê dewletê di zeviyên gazê de ye ku tê payîn şîrketa Eni ya Îtalyayê bixebitîne. Her wiha saziya dewletê ya petrolê bi veşartina detay û bendên lihevkirinê, tawanbar kirin.

LIHEVKIRINA DÎROKÎ

Dezgehên çapemeniyê yên Îtalyayê, lihevkirin wek dîrokî bi nav kir ku dê bi lêçûna 80 milyar dolarî projeyan bi pêş bixin û berhemên eneriyê ber bi Ewropayê ve xurttir bikin.

Li gorî lihevkirinê her roj 850 milyon metrekab gaza deryayî ji Deryaya Spî tê hilberandin.

Di civîna çapemeniyê ya îmzekirina lihevkirinê de, serokê şîrketa Eni lihevkirin wek girîngtirîn lihevkirina di 20 salan de ya di navbera Îtalya û Lîbyayê de wesifand.

PARÇEBÛNA HIKUMETA EL DEBÎBE

Serokê saziya petrolê Ferhat Bin Qedare destnîşan kir ku di lihevkirinê de berjewendiyên dewleta Tirk di ber çavan re hatine derbaskirin û ev lihevkirin dê deriyê veberhênê li pêşiya Lîbyayê veke. Bin Qedare diyar kir ku Lîbya beşeke jêderên enerjiyê ji Yekitiya Ewropayê re peyda dike û ji bo xurtkirina vê hevbeşiyê xebat dê were kirin.

Wezîrê petrolê yê hikumeta El Debîbe Mihemed Ewn jî got ew li dijî her lihevkirinekê ye ku saziya petrolê li gel Îtalyayê îmze dike.

Li gorî madeya 10`an a lihevkirina siyasî ya di navbera hêzên siyasî yên Lîbyayî de hatiye îmzekirin, hikumeta El Debîbe nikare tu lihevkirinan bi dewletan re îmze bike. Dadgeha Terablusê li gorî vê madeyê, lihevkirina di navbera El Debîbe û Tirkiyeyê de betal kiribû.

Hikumeta El Debîbe destpêka Cotmeha borî bi dewleta Tirk a dagirker re li ser derxistina petrol û gazê ji deryaya Lîbyayê lihevkirinek îmze kir. Dewletên herêmê mîna Misir û Yewananistanê, ev lihevkirin red kir.

XWESPARTINA DADGEHÊ

Lihevkirina petrolê bi Îtalyayê re parçebûna di navbera aliyên Lîbyayê de zêde kir. Hikumeta Fethî Başaga îmzekirina lihevkirinên girêdayî gazê ji aliyê hikumeta El Debîbe ve red kir.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, Başaga lihevkirin bi ne zelal wesifandiye. Ji ber ku para şirîkê biyanî li ser hesabê ya welêt zêde dike.

Başga ragihand ku ji bo betalkirina lihevkirinê dê xwe bispêrin dadgehê.

Çavdêran jî, diyar kir ku lihevkirineke hewldaneke nû ya hikumeta El Debîbe ye da ku di desthilatê de bimîne û destekê ji dewletên mezin bi dset bixe heta ku li beramber wê, tawîzan bide.

FIROTINA BERHEMÊN BINERD ÊN LÎBYAYÊ

Lêkolînerê siyasî Ehmed Erabî diyar kir ku lihevkirin ne rewa ye, ji ber ku parlamentoyê erê nekiriye û dê ev yek aloziya siyasî li Lîbyayê kûrtir bike, nexasim piştî daxuyaniya wezîrê petrolê yê hikumeta El Debîbe Mihemed Ewn ku serokê saziya petrolê Ferhat Bin Qedare tawanbar kir ku dewlemendiya welêt û destkeftiyên piştî dan û standinan hatine bidestxistin, bi hêsanî ji dest dide.

Li gorî Erabî Lîbya westiya ye, ji ber wê hemû ev rewşa wê bi kar tînin û destnîşan kir ku hemû lihevkirinên ku hikumetên parçebûyî îmze kirine dê li dijî berjewendiya welêt be.

Der barê rola Tirkiyê di aloziyê de Erabî diyar kir ku Tirkiye di nexşerêya nû ya cîhanê, leşkerekî amerîkî ye û roleke mezin di Lîbyayê de dilîze nexasim piştî îmzekirina lihevkirinên di navbera her du welatan de û wiha domand: “Ruxmî ku parlamento û hêzên siyasî li dijî van lihevkirinan e, lê tiştek li ser erdê neguhert. Heta ku piştî betalkirina lihevkirinê ji aliyê dadgehê ve, lê Tirkiye hegemoya xwe ji rojava ber bi rojhilatê welêt ve fireh kir ku ji bo hikumeta El Debîbe wek destekdayîn e.”

Erabî diyar kir ku El Debîbe bi mîna van lihevkirinan, berhemên binerd ên Lîbyayê li beramber mayîna hikumetê heta lidarxistina hilbijartinan difroşe û da zanîn ku heta niha dema li darxistina hilbijartinan nehatiye diyarkirin.

BERJEWENDIYA ROMAYÊ

Nivîskar û rojnamevan û lêkolînera kar û barên Îtalya û Lîbyayê Merwa Mihemed jî got hikumeta Îtalya, lihevkirina bi hikumeta Lîbyayê re bi dîrokî bi nav dike ji ber ku derfetê dide Romayê ku jêderên enerjiyê cihereng bike û mayinde bike û wiha domand: “Ji wan girîntir, dihêle Îtalya bibe navenda îmdadên enerjiyê. Her wiha dê rê li pêşiya pêkanîna veberhênên girîng di qada enerjiyê de li Lîbyayê veke. Cihê şîrketa Enî xurttir bike ku şîrketa yekem a li Lîbyayê ye di vî warî de.”

Merwa destnîşan kir ku lihevkirina di navbera şîrketa Enî û saziya dewletê ya petrol de, di çarçoveya “Plana Matî” de ku projeyeke siyasî ya enerjiyê ya hikumeta Meloni bi dewletên bakurê Afrîkayê û rojhilatê Deryayê Spî re ye, armanc dike ewlehiya enerjiyê ya Îtalyayê dabîn bike, piştî ku Rûsyayê destwerdana Ukraynayê kir. Li gorî Merwa armanca projeyê, Romayê bikin rêgeha belavkirina gazê ber bi bakurê Ewropayê ve.

Merwa wiha pê de çû: “Serkeftina vê planê zehmet e. Ji ber ku veberhên li bakurê Afrîkayê kêm in û nebûna ewlehiyê nexasim li Lîbyayê.

Der barê hebûna koordîneyê di navbera Roma û Enqereyê de beriya îmzekirina lihevkirinê, lêkolînera kar û barên Îtalyayê, destnîşan kir ku Roma bi rêya hikumeta Meloni plansazî danî ku rola xwe ya pêşeng li herêma Deryayê Spî de vegerîne ku di vê dawiyê de paşde çûbû.

Girêdayî itîmala betalkirina lihevkirinê ji aliyê dadgehê ve yan jî rawestandina wê heke hikumeta El Debîbe biçe, ragihandina Îtalyayê destnîşan kir ku behsa van metirsiyan nehatiye kirin û armanca mezin a Romayê dabînkirina ewlehiya enerjiyê ye.

(şx)

ANHA