​​​​​​​Birîndarên avahiya hilweşiyayî ya li Şêxmeqsûdê ji nexweşxaneyê derketin

Di hilweşîna avahiya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 2 welatî birîndar bûbûn. Piştî dermankirinê her du birîndar hatin derxistin. Heyva Sor a Kurd lêçûna tedawiya birîndaran girtiye ser xwe.

​​​​​​​Birîndarên avahiya hilweşiyayî ya li Şêxmeqsûdê ji nexweşxaneyê derketin
3 sibat, 2023   04:20
HELEB- MIHEMED EBDO

22ʹyê Çileyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyeke 5 qatî hilweşiya û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û Cemal Carûr (60) û Mistefa Îbo (17) birîndar bûn.

Cemal Carûr ê birîndar di bûyerê de 6 ferdên malbata xwe ji dest dan. Cemal Carûr ku destekî wî şikestibû, beriya hefteyekê ji nexweşxaneyê derket.

Mistefa Îbo jî 3 kes ji malbata xwe ji dest dabûn û 28ʹê Çileyê ji nexweşxaneyê derket.

Têkildarî rewşa birîndaran, rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Cegerxwîn Mihemed da zanîn ku Mistefa Îbo ji birîndarên yekemîn bû ku hate nexweşxaneyê û ji serê xwe birîndar bûb.

Mihemed da zanîn ku ruxmî ambargoyê, xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyê tavilê mudaxele kir, hemû îmkanên xwe xistin xizmetê, dermanên ku di depoyan de mabûn ji bo rizgarkirina şêniyan derxistin.

Li gorî Cegerxwîn Mihemed diyar kir ku di hestiyê hingilê yê Mistefa de şikestin hebû û got di rewşeke wiha de emeliyet çênebe, tenê nexweş dikare dirêjkirî be. Li gorî bijîşkan, dermankirina vê rewşê zêdekirî mehekê dirêj dike.

Her wiha Hevya Sor a Kurd lêçûna dermankirina birîndarên avahiya hilweşiyayî girtiye ser xwe.

(bb)

ANHA