Li navçeya Silûkê yê dagirkirî turikê nan bi 20 lîreyê tirk tê frotin

Meclisa qaşo bi navê “Meclisa Herêmî” ya Girê Spî ya dagirkirî, nirxê turikê nan li navçeya Silûkê kir duqat. Li hember vê hêrsa şêniyên navçeyê rabû. Li gorî çavkaniyan, amadekarî hene ku sibe xwepêşandan li dijî vê bên lidarxistin.

Li navçeya Silûkê yê dagirkirî turikê nan bi 20 lîreyê tirk tê frotin
2 sibat, 2023   18:38
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih li kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku Meclisa Herêmî ya Girê Spî nirxê turikê nan li navçeya Silûkê kir duqat.

Li gel rewşa jiyanî ya dijwar û bihabûna zêde, ev biryar hatiye stendin.

Çavkanî destnîşan kir ku nirxê turikê nan li navçeya Silûkê bi 10 lîreyê tirk (7 hezar û 200 lîreyê sûrî) dihat frotin, lê niha pişt biryarê bû 20 lîre.

Heman çavkanî eşkere kir ku li hember vê biryarê hêrsa xelkê navçeyê rabû û bangewazî hene ku xwepêşandan li dijî wê bên lidarxistin.

Ajansa me demeke berê weşandibû ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker yên ku navçeya Silûkê kontrol dikin, parên şêniyan ji firinan dizîn û bi rêya bazirganan bi deh qatan dîsa frotin şêniyan.

(şx)

ANHA