Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Hesekê amadekariya hemleya paqijiyê dike

Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Hesekê dest bi amadekariyan ji bo hemleya paqijiyê kir, tê payîn ku hemle di 2'yê meha bê de dest pê bike û armanc jê paqijkirina bajêr ji çop û gemarê ye.

Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Hesekê amadekariya hemleya paqijiyê dike
31 ÇILE, 2023   20:00
HESEKÊ

Komîteya Jîngeh û Şaredariyan bi hevkariya şaredariyên başûr û bakurê Hesekê dest bi amadekariyên ji bo hemleya paqijiyê li bajêr, kir.

/ar/uploads/files/2023/01/31/191145_slwa-salh.webp

Têkildarî mijarê, hevseroka Şaredariya Gel a Hesekê Selwa Salih wiha axivî: "Me di 31'ê Çileyê de dest bi amadekariya hemleyê kir û ew ê li ser asta tevahiya bajêr be, di hemleyê de şaredariyên başûr û bakurê Hesekê û karmendên wan bi me re dê bibin alîkar."

Selwa Salih destnîşan kir ku hemle dê di 2’yê Sibatê de bi armanca rakirina çop û gemara li taxên bajêr dest pê bike û got: “Pêşî ji bo wergirtina pêşniyariyên der barê hemleyê me de bi rêya komînan bi şêniyan re civîn hatin lidarxistin.”

Di dawiya axaftina xwe de Selwa Salih bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re bibin alîkar û ew jî bi rêya paqijkirina pêşiya malên xwe tev li hemleyê bibin da ku bajar paqijtir bibe.

(mh/şx)

ANHA