ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  1-2-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  1-2-2023
31 ÇILE, 2023   23:00

Şêniyên navçeya Şedadê ya Hesekê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Fadil El Hemadê li goristana şehîdan a navçeyê oxir dike, saet di 09:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêma Cizîrê heta niha zêdetirî 200 hezar kes tev li kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku têkildarî êrişa li dijî cenazeyê şervana YPJʹê Barîn Kobanê ew makanîzmayeke nû ji bo darizandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lêkolîn dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên gundê Kersanê yê rojhilatê Minbicê bi armanca sivikkirina barê şêniyên gund û pêşkêşkirina alîkariya madî ji wan re sindoqeke alîkariya civakî ava kir ku ev proje bi awayekî serkeftî bi rêve diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di demekê de ku av derbasî binesaziya gelek avahiyan dibin û Şaredariya Gel ji bo ambargoya bêçare maye, metirsî hene ku felaket hilweşîna avahiyan li Şêxmeqûsdê dûbare bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Şewqî Mihemed diyar kir ku desteyê ji ber sedemên hawîrdorî û aborî, biryara rawestandina anîna erebeyan ji derve stendiye. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê destnîşan kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna wan berdewam e.

RAPOR

Li Efrîna dagirkirî di mehekê de zêdetirî 39 kes hatin revandin û zêdetirî 7 hezar dar hatin birîn. Her wiha avakirina baregeh û avahiyên mêtingeriyê didomînin.

ANHA