​​​​​​​Av derbasî jêrzemînan dibe gelo dê felaketa Şêxmeqsûdê dubare bibe?

Di demekê de ku av derbasî jêrzemîna gelek avahiyan dibin û Şaredariya Gel ji bo ambargoya bêçare maye, metirsî hene ku felaket hilweşîna avahiyan li Şêxmeqûsdê dûbare bibe.

​​​​​​​Av derbasî jêrzemînan dibe gelo dê felaketa Şêxmeqsûdê dubare bibe?
1 sibat, 2023   04:30
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqûsd di hevdîtina beriya çend rojan de diyar kiribû ku li taxê 35 avahî di bin gefa hilweşînê de ne.

22ʹyê Çileyê li taxa Şêxmeqûsd avahiyeke 5 qatî hilweşiya. Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî lêkolînên pêşîn ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji ber qelişîna avahiyan û derbasbûna avê, avahî hilweşiya.

Ji ber ambargoya girankirî ku hikumeta Şamê ji Tebaxa par ve li ser taxê ferz kiriye, Şaredariya Gel zehmetiyên û nikare xebatên restorekirina borî û kanalên kanalîzasyonê dikişîne.

Şaredariya Gel a Şêxmeqûsd û Eşrefiyê di dawiya Çileya borî de ji ber kêmbûna sotemenî û alavên din projeyên xwe yên xizmetguzarî rawestandin.

Ji ber derfetên kêm, şaredarî nikare pirsgirêkên kanalîzasyonê û derbasbûna avê ya li avahiyên niştecihan çareser bike. Ev yek jiyana bi hezaran xetên taxê dixe metirsiyê.

Endamê rêveberiya Şaredariya Gel Selah Sîno got ji ber dorpêçê nikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin.

/kr/uploads/files/2023/01/31/182354_-2.webp

Sîno wiha domand: “Berê her du tax hatine topbarankirin. Di encamê de zirarên mezin gihaştin jêrzemîna wê. Em hewl didin rewşa taxê pêş bixin, jiyaneke ewle ji niştecihên wê re peyda bikin, piştî ku jêrzemîna wê bi rêjeya ji sedî 90 di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk de zirar gihaştinê. Lê dorpêç xebatên me asteng dike.”

BI RÊJEYA JI SEDÎ 80 XEBATÊN SERERASTKIRINÊ RAWESTÎNE

Sîno destnîşan kir ku pêwîstiya her du taxan bi sererastkirina torên kanalîzasyonê heye û wiha domand: “Hin avahî hene av derbasî jêrzemîna wê dibe. Divê em torên kanalîzasyonê biguhertin. Par me bi rêjeya ji sedî 20 ev pirsgirêk çareser kir. Lê ji sedî 80 wê maye û em nikarin sererast bikin.”

Sîno diyar kir ku piştî sererastkirina torên kanalîzasyonê divê torên avê yên şikî û zirar dîtine werin sererastkirin, lê hikumeta Şamê xebatên me asteng dike ku nahêle pêdiviyên sereke mîna lûle, mazot derbasî taxan bibe ku ji bo sererastkirinê pêwîst in.”

Sîno di dawiyê de destnîşan kir ku li gorî derfetên heyî, wan beşeke xebatên xizmetguzariyê yên girîng pêk anîne da ku rê l ipêşiya karesetan bigirin û got: “Em dê hewl bidin xebatan ji şêniyan re pêşkêş bikin û jiyaneke aram ji wan re peyda bikin.”

(şx)

ANHA