​​​​​​​`Gendeliya îdarî` mijara panelekê li Dêrazorê bû

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê ji bo ku diyardeya gendeliyê û pêwîstiya bidawîkirina wê, bi dirûşma “Genedeliya rêveberî çareserî û pirsgirêk” panelek li dar xist.

​​​​​​​`Gendeliya îdarî` mijara panelekê li Dêrazorê bû
21 ÇILE, 2023   15:07
DÊRAZOR

Panel li navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ya li bajarokê Mihêmîd ê rojavayê Dêrazorê li dar ket. Nûnerên meclisên sivîl, komîteyên meclisên sivîl ên Dêrazorê tev li panelê bûn.

/ar/uploads/files/2023/01/21/141642_00286.00_01_49_05.still002.webp

Serokê meclisa partiyê ya Dêrazorê Sami El Şemirî axivî û got: “divê hemû li hember genedeliya rêveberî anku îdarî, tê bikoşin. Ji ber ku heke di civakê yan jî rêveberiyê de belav bibe dê li ser xetereyeke mnezin be.”

El Şemirî wiha domand: “Em dizanin ku gendelî bi rêjeyên cuda li seranserî cîhanê heye. Pirsgirêka rastîn ew e ku her projeyeke geşepêdanê asteng dike û zirarê digihîne civakê.”

El Şemirî diyar kir ku pêwîst e çareseriyên rastîn ji vê diyardeyê re bên dîtin û were tunekirin da ku geşedaneke rastîn di rêveberiyê de çê bibe.

Beşdaran jî nêrînên xwe der barê vê diyardeyê û zirarên wê li ser pêşketinê de parve kirin û gotin ew xetereya herî mezin li ser her rêveberiyekê ye.

Her wiha beşdaran, pêşniyarên xwe têkildarî têkoşîna li hember vê diyardeyê, erkdarkirina kesên guncaw di cihê guncaw de, hilbijartina kesên pispor û xwedî tecrube, avakirina saziyeke nenavendî ji bo ku çavdêriyê bike û rê li pêşiya belavbûna gendeliyê bigire. Beşdaran destnîşan kir ku divê mûçe li gorî rewşa jiyanî be.

(şx)

ANHA