Salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser hat pîrozkirin

Salvegera 9ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li Hesekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser destkeftiyeke nîştimanî ye û ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye.

21 ÇILE, 2023   14:41
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 9ʹemîn a damezirandina xwe, şahiyek li hola Serdem a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê li dar xist.

Hevserokên meclisên rêveberiyên sivîl û demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Edaletê, Meclisa Giştî, nûnerên deste û nivîsgehan, rêveberên MSD, fermandarên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Federasyona Gaziyan, malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civaka sivîl û rûspiyên eşîran beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis salvegera damezirandina rêveberiyê li şehîdên şoreşê, malbatên wan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Rêveberî ji bo tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye destkefiyeke dîrokî, siyasî û civakî. Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriye û tevahî herêmê çareseriyeke hilgirtiye. Îro em salvegera 9ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê  pîroz dikin, lê aloziya Sûriyeyê dewam dike û kurtir dibe. Rejîma Sûriyeyê hîna însiyatîfên diyalog û guhertinên ji bo demokrasiyê red dike. Heman demê komên ku navê opozîsyonê li dar dixin û dibêjin nûnertiya şoreşê dikin xwe spartin derve, bi taybet xwe spartin dewleta Tirk. Ev kom ji dewleta Tirk bûne çekek û armancên wê yên dagirkirina herêmên Sûriyeyê û belavkirina tevlihevî û fikrên tundraw pêk tînin."

Yûnis bang li hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku li hemberî terorê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û astengiyan destekê bidin QSD û Rêveberiya Xweser û wiha domand: "Divê piştevaniya saziyên Rêveberiya Xweser were kirin. Divê Rêveberiya Xweser fermî were naskirin. Rêveberiya Xweser barê bi hezaran girtiyên DAIŞ ên di girtîgehên QSDʹê de û malbatên wan ên di kampan de hilgirtiye, ji ber vê yekê divê destek jê re were pêşkêşkirin. Ji wê zêdetir ev çeteyên DAIŞ û malbatên wan li ser ewlehiya herêmê û tevahî cîhanê xetere ne."

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên sala 2022ʹyan ên meclis, destek, komîte û nivîsgehên Rêveberiya Xweser hat pêşandan.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo axivî û got, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bingehê armancên nîştimanî derketiye û ji bo serxistina projeya demokratîk di nava hewldanan de ye, da ku bibe modelek û bingehê avakirina Sûriyeke demokratîk a federal a pirrengî.

Sîham Qeryo diyar kir ku Rêveberiya Xweser mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike û hemû pêkhate di rêvebirina welat de cih digirin.

Hevseroka MSDʹê Emîne Omer diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi saya keda şehîdan û îradeya gelan hat avakirin û da zanîn ku tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê Rêveberiya Xweser berxwedanê didomîne.

Emîne Omer got, berxwedana Rêveberiya Xweser encama hevgirtina civakê ye. Her wiha tawanên li dijî Rêveberiya Xweser ku wê wekî projeyeke cudexwaziyê bi nav dikin şermezar kir.

Hevseroka MSDʹê Emîne Omer got: "Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û ji aloziya Sûriyeyê re çareserî ye."

Di pîrozbahiyê de endama Desteya Rêveber a Mecilsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf bal kişand ser rola pêşang a jinan di şoreşê de wiha got: "Me karibû ji nava bermahî û kavilên aloziya Sûriyeyê rabin û rêvberiya xwe ya xweser ava bikin. Me hemû astengê derbas kirin, bi israr û hêzê em rûpela 9ʹan ditewînin û rûpela 10ʹan vedikin."

Hevserokê TEV-DEMʹê Xerebî Hiso jî diyar kir ku armanc ji projeya Rêveberiya Xweser ew e ku çandên li herêmê bighêjin hev. Hiso anî ziman ku Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn modeleke û ji hemû aloziyan re rêya çareseriyê ye.

Piştr hevserokên meclisên rêveber, qanûnsaz û edaletê yên herêmê Cizîrê diyarî dan malbatên şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, HPC, Konfedrasyona Gaziyan, rûspiyên eşîran û ragihandina azad.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranan bi dawî bû.

(bb)

ANHA