​​​​​​​Şehîdên Berxwedana Serdemê li Silêmaniyê hatin bîranîn

Şehîdên Berxwedana Serdemê  ya Efrînê bi merasîmekê li bajarê Silêmaniyê hatin bibîranîn.

​​​​​​​Şehîdên Berxwedana Serdemê li Silêmaniyê hatin bîranîn
21 ÇILE, 2023   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 5’an a êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê merasîmeke li salona Mîlano ya Silêmanî li dar xist. Nûnerên sazî û partiyan jî di nav de, bi dehan kes di merasîmê de amade bûn.

Salona merasîmê bi wêneyên Şehîdên Berxwedana Serdemê û taybet sembolên berxwedanê Şehîd Avesta û Karker û bi wêneyên bi dehan şehîdên din hatibû xemilandin. Her wiha dîsa wêneyên hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê li ser mirovî, xweza, cihên dîrokî û îbadetxaneyan jî hatibûn hildan.

Di merasîmê de li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî Evîn Siwêd daxuyaniyek da. Evîn Swêd bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên li Efrînê û got: “Li Efrînê di nava 5 alan de zêdetirê 22 mêtîngehan hatine avakirin. Di encama guhertina demografîk de qasî 300 hezar Kurdên resen ji mal û milkê xwe hatine derxistin û li şûna wan  zêdetirê 500 hezar çete û malbatên wan hatıne bicihkirin, di nav de sedî 30 Tirkmen û ji sedî 5 Filstînî ne. Di nava van 5 salan de her cûre êriş û kiryarên der mirovî pêk hatin. Di encamê de 663 sûcên kuştinê, ji vana 129 jin, 8 hezar û 644 kes hatin revandin ji van 243 jin in. Ji 78 girên dîrokî û cihên kevnar 59 hatin talankirin û rûxandin.

Xwezaya Efrînê jî ji kiryarên dewleta Tirk bê par neman û zêdetirê  367 hezar darên zeytûnê hatin birîn,  13 hezar û 500 dar û 12 hezar hektar erd hate şewitandin.ʹʹ

Evîn Siwêd diyar kir ku Rêveberiya Xweser Efrîn jî di nav de hemû herêmên hatine dagirkirin rizgarkirina wan weke erkê xwe dibîne, ji bo vê jî wê bê navber têbikoşe.

Piştre li ser navê Bereya Piştevaniyê ya bi Rojava re Simko Reşîd jî peyama xwe da û bal kişand ser hovîtî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê.

Di dewama çalakiyê de sînevîzyonek li ser talan û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate nîşandan.

Paşê jî peyama Hîzba Şuî û Tevgera Azadî hate dayîn.

Herî dawî jî Nûnerê PYD’ê yê li Başûr Cawîdan Kemal peyamek da û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ji êrişên dagirkeriyê yên 5 sal in li ser Efrînê didome, mezintir e.

Merasîm bi berzkirina dirûşman dawî bû.