Şêniyên Til Temirê li dijî tecrîdê meşiyan

Tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi meşekê li navçeya Til Temirê hat şermezarkirin.

Şêniyên Til Temirê li dijî tecrîdê meşiyan
21 ÇILE, 2023   12:07
HESEKÊ

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di meşê de pankartên "Ciwan fedaiyên rêber Apo ne", "Dem dema azdiya rêber Apo ye", alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û posterên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî ya naverasta navçeyê rawestiya. Endama Kongra Star Zehra Emîn daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirovahiyê û tecrîdkirina rêber Ocalan hate kirin û hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker difikire ku bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî dikare berxwedana li çiyayên Kurdistanê bi dawî bike û projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.”

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide destkeftiyên gelan têk bibin û hate gotin: "Divê her yek ji me erkê ku dikeve ser milê xwe nas bike û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî bike."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA