Gerîlayan li çeperên dagirkeran da

HPG’ê daxuyand ku di çalakiyên tîmên bitevger ên gerîlayan de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin û çeperek û çekeke bombeavêj hatine îmhakirin.

Gerîlayan li çeperên dagirkeran da
21 ÇILE, 2023   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çalakiyên tîmên me yên bitevger de dagirkerek hate cezakirin, çeperek û çekek bombeavêj hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 19 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Di heman demê de qadên gerîla 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

20'ê Çileyê saet di 08:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin. Di encama çalakiyê de çeperek tevî çeka bombeavêj hate îmhakirin.

20'ê Çileyê saet di 09:30, 11:00 û 16:20'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li derdora gundê Sîdayê xistin.

20'ê Çileyê saet di 16:20'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên nêzî qada Çemçoyê xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

20ʹê Çileyê saet di 09:30'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê xistin.

20'ê Çileyê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

20'ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 19 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

20ʹê Çileyê saet di 13:00 û 14:30'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amêdiyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

19 û 20'ê Çileyê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li Garê qadên Kanîsarkê, Deriyê Hirçê, Girê Zengil, Gundê Guzê û Deşta Kafya, li Xakurkê jî qada Berdesorê 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

20'ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."