​​​​​​​Çeteyan li Efrînê malek talan kir

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê mala welatiyekî Kurd talan kiriye.

​​​​​​​Çeteyan li Efrînê malek talan kir
21 ÇILE, 2023   12:18
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, mala welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Hano (65) a li taxa Zeydiyê ya Efrînê talan kiriye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan destên hevjîna Ehmed Hano girê dan û zêrên wê jî dizîn.

(bb)

ANHA