​​​​​​​Dewleta Tirk serdana wezîrê parastinê yê Swêdê betal kir

Ji ber ku Swêdê destûr da xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk, dewleta Tirk serdana wezîrê parastinê yê Swêdê Pal Johnson betal kir.

​​​​​​​Dewleta Tirk serdana wezîrê parastinê yê Swêdê betal kir
21 ÇILE, 2023   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber ku Stockholmê destûr da xwepêşandanên li dijî Enqereyê, wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hulusî Akar serdana wezîrê parastinê yê Swêdê Pal Jonhnson a bo Enqereyê betal kir.

Li ser vexwendina Akar, biryar bû wezîrê parastinê yê Swêdê Pal Jonhnson 27ʹê vê Çileyê serdana Enqereyê kiriba.

Swêd hêvî dike ku dewleta Tirk razî bike, ji bo ku daxwaza wê ya endamtiya NATOʹyê bipejirîne.

Akar got li ser kêmasiya tedbîrên li hemberî protestoyên li dijî dewleta Tirk ên li Swêdê wî bi Erdogan re axiviye û bertekên xwe ji Johnson re anîne ziman. Her wiha got: "Di vê pêvajoyê de serdana wezîrê parastinê yê Swêdê Pal Jonhnson a 27ʹê Çileyê bo Tirkiyeyê bê wate ye, ji ber vê yekê me ev serdan betal kir."

(bb)