Di êrişa li Rimêlanê de şervanekî QSD’ê şehîd bû

QSD’ê da zanîn ku balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker nuqteya Têkiliyên Leşkerî ya li Rimêlanê bombebaran kiriye û di bombebaranê de şervanê wan Rojhat Hesekê şehîd bûye.

Di êrişa li Rimêlanê de şervanekî QSD’ê şehîd bû
21 ÇILE, 2023   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dewam dikin û da zanîn ku di 19`ê Çileyê de balafirek bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker nuqteya Têkiliyên Leşkerî ya li bajarokê Rimêlanê ku ji bo koordînekirina hevdîtinên bi Koalîsyona Navneteweyî re dihat bikaranîn, bombebaran kir.

QSD`ê ragihand ku di êrişê de şervanekî wan ê di rêveberiya têkiliyên bi Koalîsyona Navneteweyî de kar dikir, şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.

QSD`ê sersaxî da malbatên şehîdan û soza tolhildanê dubare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê Tevgerî: Rojhat Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Hacî Mihemed

Navê Bav: Diya

Navê Dayikê: Seîde

Cih û Dîroka Şehadetê: Rimêlan, 19 Çile 2023.

(cx)