​​​​​​​Şêx Hamid El Ferec: Tecrîd bingeha hemû pirsgirêkan e

Şêxê eşîra El Welda Hamid El Ferec anî ziman ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan esasê hemû pirsgirêkên li herêmê ye. El Ferec bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember tecrîdê jî wek sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir.

​​​​​​​Şêx Hamid El Ferec: Tecrîd bingeha hemû pirsgirêkan e
17 ÇILE, 2023   00:50
TEBQA- SELAM KÊRWAN

Dewleta Tirk tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne û herî dawî dema qedexeye hevdîtinê heta 3 mehên din, bi hinceta cezayê dîsîplînê, dirêj kir.

Şêxê qebîleya El Welda Hamid El Ferec têkildarî mijarê wiha axivî: "Doza rêber Abdullah Ocalan ji dozên mirovî yên herî mezin ên ji bo gelên azadîxwaz e. Dewleta Tirk cureyên herî qirêjî yên îşkenceyê li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û rê nade ku parêzer û malbat serdana wî bikin."

Şêx Hamid El Ferec anî ziman ku kiryarên li dijî rêber Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Şêx El Ferec tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan wek bingeha hemû pirsgirêkên li herêmê nirxand û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdê giran dike û hewl dide ku fikr û felsfeya wî negihêje tevahî cîhanê. El Ferec destnîşan kir ku dewleta Tirk çi bike jî dê gel şopdarê ramanê rêber Abdullah Ocalan be.

Têkildarî biryara dirêjkirina dema qedexeya hevdîtinê jî El Ferec got: "Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên derexlaqî yên li dijî rêber Ocalan didomîne. Vê dawiyê jî biryara dirêjkirina dema tecrîda li ser wî 3 mehên din da û nahêle parêzer û malbata wî serdana wî bikin. Ev dide nîşandan ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan dewam dikin."

Şêx El Ferec anî ziman ku rêxistinên îdiayê parastina mafên mirovan dikin û CPT berpirsên îşkenceya li Îmraliyê ne û got: "Em ê têkoşîna azadî û rûmetê dewam bikin. Em ê şopdarên fikr û felsefeya Rêbertî bin heta ku civakeke azad, demokratîk û exlaqî ava bibe."

Şêx Hamid El Ferec bang li hemû gelên azadîxwaz kir ku hevgirtî bin û dakevin qadan heta ku rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe.

(bb)

ANHA