​​​​​​​Dewleta Tirk şerê avê li dijî gelê Sûriyê didomîne

Ji ber şerê avê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û hemwextî wê hişksalî li dû hev hebû, ev 3 sal in aloziya avê ya tengav û encamên wê yên trajedîk li ser şêniyên herêmê berdewam in.

​​​​​​​Dewleta Tirk şerê avê li dijî gelê Sûriyê didomîne
17 ÇILE, 2023   03:33
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker peymana 1987`an a di navbera Enqere, Şam û Bexdayê de binpê kiriye û para giştî ya Sûriyê ya ava çemê Firatê bi rêjeya ji sedî 60 kêm kiriye.

Li gorî Rêveberiya Bendava Tişrînê ku duyemîn mezintirîn bendava li Sûriyê ye, tenê 150 metrekab di saniyekê de av derbasî Sûriyê dibe. Dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileya 2021`an ve, para Sûriyê ya ava Firatê kêm kiriye ku heta niha berdewam e. Tevî li gorî peymana 1987`an divê para Sûriyê ya ava Firatê 500 metrekab di her saniyekê de be.  

Dewleta Tirk di van deh salên borî de gelek bendavên mezin li ser çemê Firatê çêkirine ku bandor li herikîna çemê ber bi Sûriyê ve kiriye, miqdareke mezin a ava çemê li paş wan bendavan kom kiriye mîna Bendava Ataturk ku gola wê 48 milyar metrekab e û bi 4 qatan ji gola bendava Firatê mezintir e ku li Sûriyê ya herî mezin e.  

Tevî ku zivistan, dema herî guncaw e ku ava di werzên din de serf bûye bê dabînkirin, lê hişksaliya ji zêdetirî 2 salan ve li herêmê rû daye, bi awayekî neyînî bandor li tijîkirina golên Tişrîn û Firatê kir ku zêdetirî nîvê depoya xwe di 2 salên borî de ji dest da.

Li gorî rêveberiya bendavê, bendav rojane 18 saetan radiweste beyî ku kehrebe derxe. Ji ber ku ava tê, kêm e. Di 6 saetên mayî de, rojane 4 saetan kehrebe dide gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 7 saetan dide bajaran.

Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyên berê de destnîşan kiribû ku heke dewleta Tirk qutkirina ava Firat dewam bike, dibe ku bendav raweste û karesateke mirovahî li herêmê çêbike.

Ji wê zêdetir di encama qutkirina avê de ji aliyê dewleta Tirk ve 400 hezar hiktar zeviyên çandiniyê yên li ser beravên Firatê, zirar dîtin.

Kêmbûna mîqdara çemê bû sedem ku bi dehan gund bê ava vexwarinê bimînin. Her wiha bi sedan şêniyên gundên nêzî çemê Firatê ji ber qirêjbûna ava çemê, bi jehrî ketin. 

Tevî wê, dewleta Tirk ava stasyona Elokê ji ser zêdetirî milyonek welatiyên Sûriyê li Hesekê qut kiriye.

Dewleta Tirk şerê avê li dijî Sûriyê didomîne, da ku herêmê ji şêniyên wê vala bike û bendavên Firatê veguhêre çolistan.

(dm/şx)

ANHA