Mistefa Qeleçî: Lihevhatina Şamê û Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke dîrokî ye

Mistefa Qeleçî anî ziman ku daxuyaniyên şêwirmendê Erdogan ên der barê Helebê de çavnebariyên Tirkiyeyê yên li hember xaka Sûriyeyê nîşan didin. Qeleçî diyar kir ku lihevkirina hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke dîrokî ye û bingeha çareseriyê ye.

Mistefa Qeleçî: Lihevhatina Şamê û Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke dîrokî ye
16 ÇILE, 2023   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker propaganda kir kku hewl dide nêzîkî Şamê bibe, lê dema ku dan û standin derbasî qonaxa hevdîtinên leşkerî û siyasî bûn wê peyam dan û niyetên xwe eşkere kirin ku ew ê têkildarî serweriya xwe li Sûriyeyê û dagirkirina herêman de tewîzan need.

Piştî daxuyaniyên têkildarî amadekariyên dewleta Tirk ku dê herêmên dagirkirî radestî hikumeta Şamê bike, Enqereyê gotina xwe ya "Vekişîn dê piştî mîsogerkirina îstiqrarê li Sûriyeyê pêk were" paşde kişand.

Ev daxuyanî niyetên Tirkiyeyê yên herî xeternak radixe holê. Şêwirmendê serokkomarê dewleta Tirk Yasîn Akay îdia kiribû ku dê rêveberiya Helebê radestî Tirkiyeyê bê kirin û ji bo vegera penaberên Sûriyeyê çareseriya herî guncaw bibînin. Gelek aliyan ev daxuyanî bi mebesta dagirkirina Helebê nirxand.

ʹNÎŞANEYA ÇAVNEBARIYÊ YEʹ

/kr/uploads/files/2023/01/16/192939_e259221f-259d-452d-b580-5029b8f92209.webp

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê Mistefa Qeleçî yê ji bajarê Hesekê li ser mijarê ji ANHAʹyê re axivî.

Mistefa Qeleçî anî ziman ku Yasîn Aktay tiştekî nû negot, lê daxuyaniyên wî çavnebariyên Tirkiyeyê yên ku rojekê jî rawnestiyane, Mîsaqî Millî û nêzîkatiyên wê yên li ser erdê vê yekê nîşan didin. Qeleçî got: "Ev yek rastiya hewldanên Erdogan nîşan dide ku dixwaze tenê sûdê ji rewşê bigire da ku aloziya xwe derbas bike û serkeftinê di hilbijartinên Hezîrana bê de bi dest bixe."

Li gotinên Aktay, Qeleçî got: "Ev gotin nêrîna serokê wî û nêrîna hikumeta dagirker îfade dike. Aktay nikare daxuyaniyên berevajî vê yekê bide. Ew beşeke pergaleke giştî ye. Aktay karmendekî radeya yekemîn e û eger ev gotina wî li dijî siyaseta hikumeta wî be ew berpirsê daxuyaniyên xwe ye.”

ʹMOSKOV TENÊ LI BERJEWENDIYÊN XWE DIGEREʹ

Qeleçî ev daxuyanî bi rêveçûna nêzîkbûna Şam û Enqereyê ve girê da û wiha domand: "Ev  yek tenê ji bo zêdekirina asta daxwazan ji dewleta Sûriyeyê ye, her wiha bazareke siyasî ye. Hewldanên domdar ên rejîma Tirk hene ku Mîsaqî Millî bi cih bîne. Delîlê vê yekê jî ew e ku ji bendên xeta Astanayê bendekî jî pêk neanîn, berevajî vê yekê her tim dereng dixe û xemseriyê dike."

Têkildarî helwesta Moskov ji van daxuyaniyan, Mistefa Qeleçî ev tişt anî ziman "Moskov di navbera Tirkiye û Sûriye de aliyek bi berjewendiyên dualî ye. Moskov nikare çavê xwe li lihevkirinên xwe yên bi Sûriyeyê re bigire da ku berjewendiyên xwe yên di ava Deryaya Spî de biparêze. Di heman demê de, Moskov ji ber şerê xwe yê li dijî Ukraynayê niha pêwîstiya wê bi Tirkiye heye, ji ber vê yekê hewl dide herdu aliyan li hev bîne, ne ji ber ku ji pêkanîna aştiyê li herêmê, çareseriya siyasî û bidawîkirina rewşa şer hez dike, lê armanca wê ya pêşîn û dawîn berjewendiyên wê ne."

ʹLIHEVHATINA ŞAM Û RÊVEBERIYA XWESER PÊWÎSTIYEKE DÎROKÎ YEʹ

Têkildarî rêbazên bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê û çareserkirina aloziyê, Mistefa Qeleçî diyar kir ku lihevhatina hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser bingeha hemû çareseriyan e û got: "Heke niyetên rast ên çareserkirinê hebin, divê diyalog dewam bikin da ku berjewendiyên tevahî sûriyan werin mîsogerkirin. Niha ev yek pêwîstiyeke dîrokî ye, divê hemû alî ji bo pêkanîna vê armancê berpirsyariyê rakin."

(bb)

ANHA