‘Heta berxwedana me bibe hîmê rizgarkirina hemû jinan têkoşîna me dê bidome’

Beşdarên kongreya 9′an a Kongra Star destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin da ku berxwedana jinan li herêmê bibe hîmê bingehîn ê rizgarkirina tevahiya jinan.

‘Heta berxwedana me bibe hîmê rizgarkirina hemû jinan têkoşîna me dê bidome’
17 ÇILE, 2023   01:55
HESEKÊ-SOLÎN EHMÊ

Kongra Star, kongreya xwe ya 9′an di 15′ê Çileyê de li Hesekê bi dirûşma "Bi têkoşîna şoreşa jinan dê serhildana jin, jiyan, azadî bi ser bikeve” li dar xist.

Ajansa me nêrînên jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beşdarî kongreyê bûne, wergirtin. Beşdaran da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe dewam dike da ku berxwedana jinan li herêmê bibe hîmeke bingehîn ê rizgarkirina tevahî jinan.

‘KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA TECRUBEYA XWE JI KONGRA STAR WERDIGIRE’

/kr/uploads/files/2023/01/16/193119_-.webp

Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Fatme Behboh diyar kir ku jinên Ereb ên li herêmên rizgarkirî bi asta ku jin gihîştinê û kongreya xwe bi beşdariyeke mezin a tevahî jinan ji hemû herêman, serbilind in.

Fatmeyê destnîşan kir ku Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser prensîba Kongra Star dixebite û tecrubeya wê ji têkoşîna xwe re dike bingeh û wiha got: "Em li herêmên Ereban tecrubeya Kongra Star tecrubeyeke pir serkeftî nîşan didin. Li herêmên me jinên Ereb pir bi pêş ketin, bi taybet di azadiya civakê de. Ji ber ku em li ser rêça Kongra Star dimeşin û em ê bi hev re bigihînin azadiya tevahî jinan."

Fatme wiha domand: "Peyama min ji hemû jinan re ew e ku her tim li pêş bin û pêşengên gelê vê herêmê û hemû jinên cîhanê bikin. Em bi hêvî ne ku ev kongre bibe gavek ber bi firehkirina beşdariya girseya jinên li seranserî cîhanê."

Kongra Star di 2003′yan de xwe li ser bingeha Rêveberiya Xweser ava kir û tê de jinên ji hemû çand, ziman û baweriyên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê hene.

ISRARA DI TÊKOŞÎNÊ DE

/kr/uploads/files/2023/01/16/193131_-.webp

Endama Kongra Star a Kobanê Fatme Îsmaîl jî têkoşîna jinên Kurd ên ku di oxira azadiya jinan û civakê giştî de xwe kir mertal û ji bo hebûna jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwe kir pire, pîroz kir. Fatme wiha got: "Ez ji Kobanê kela berxwedanê hatim ku beşdarî kongreyê bibim. Ev kongre di vê qonaxa hestiyar de serkeftinek e."

Fatme bal kişand ser rola Kongra Star di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de û wiha pê de çû: "Jin di şexsê Kongra Star de ji Şoreşa Rojava re bû pêşeng. Ji lew re dewletên herêmî ji berxwedana jina Kurd ditirsin."

PARASTINA XWE Û CIVAKÊ

/kr/uploads/files/2023/01/16/193146_-.webp

Li aliyekî din jî endama Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Nalîn Reşo kêfxweşiya xwe ji lidarxistina vê kongreyê di vê qonaxa hestiyar de ku jin rastî êrişên qirkirinê tên û di kongreyê de bi sedan jin beşdar bûn anî ziman û wiha got: "Jin di civakê de xwedî rola girîng e. Ji ber ku xwedî vîn û hêzeke dikare xwe û civaka xwe ji tevahî êrişan biparêze."

Nalîn hêvî kir ku bi rêya vê kongreyê jin yekitiya xwe pêk bînin da ku berxwedan û têkoşîna xwe li hemû qadan dewam bikin û ev kongre bibe dermanê birînên hemû jinên cîhanê.

BILINDKIRINA ASTA ZANABÛNA SIYASÎ, CIVAKÎ Û ABORÎ

/kr/uploads/files/2023/01/16/193042_-.webp

Sekreta giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd kongre li tevahî jinan pîroz kir û hêvî kir ku endamên girîng ên xwedî bandora li ser rewşa jinan di civakê ji kongreyê derkevin, da ku destek, parastin û pêşxistina jinan were kirin û asta wan a zanabûna siyasî, civakî û aborî were bilindkirin û rola wan a aktîf û avaker di civakê de were geşkirin.

Sîhamê wiha got: "Hebûna me îro li vir bi vê girseyî ji jinên sûrî û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel rewşên êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku derbeyê li projeya demokratîk û şoreşa jinan bixe îsbata hevgirtin û berxwedana me ya mezin e û ji gefên dewleta Tirk re peyamek e ku şoreşa ku jina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye, tu hêzek nikare vemirîne."

Sîham Dawûd di dawiyê de got: "Kongre Star hewl dide jinan zêdetir bi pêş bixe û parastina destkeftiyên şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji ber ku wê hişt ev yek bibe mîraseke têkoşînê ya mezin û kir hîmekî bingehîn ku hemû jinên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn xwe bispêrinê. Her wiha hişt ev berxwedana mezin û fedakariyên wan veguherin hîmekî bingehîn ê rizgarkirina tevahî jinan ji qeydên koletiyê."

(fr)

ANHA