ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-1-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-1-2023
16 ÇILE, 2023   23:00

Malbatên şervanên HPG û YJA-Starê yên ku ciwanên wan di êrişên çekên kîmyawî de li Herêmên Parastina yên Medyayê de şehîd bûne, li pêşiya avahiya Dîwana Edaletê ya Qamişlo daxuyaniyekê didin saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi boneya salvegera 9`an a damezirandina kongreyê şahiyekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêxê eşîra El Welda Hamid El Ferec anî ziman ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan esasê hemû pirsgirêkên li herêmê ye. El Ferec bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember tecrîdê jî wek sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Mistefa Qeleçî anî ziman ku daxuyaniyên Erdogan ên der barê Helebê de planên Tirkiyeyê yên li xaka Sûriyeyê eşkere dikin. Qeleçî diyar kir ku lihevhatina Şam û Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke dîrokî ye û bingeha çareseriyê ye.

ÇAND Û HUNER

Hindik maye ku Komîna Fîlm a Rojava kêşana rêzefîlma “Evîna Kurd” bi dawî bike, ku piştî rêzefîlma “Tava Sor” duyemîn rêzefîlm e.

JIN

Beşdarên kongreya 9′an a Kongra Sar destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin da ku berxwedana jinan li herêmê bibe hîmê bingehîn ê rizgarkirina tevahiya jinan.

RAPOR

Ji ber şerê avê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û hemwextî wê hişksalî li dû hev hebû, ev 3 sal in aloziya avê ya tengav û encamên wê yên trajedîk li ser şêniyên herêmê berdewam in.

DOSYA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 5 salan de li Efrînê 663 kesên ku di nava wan de 96 jin hene, bi îşkenceyê qetil kirin, zêdetirî 8 hezar û 644 kes revandin, navên Kurdî yên gund û wargehên din guhertin,  bi dehan cihên dîrokî û xwezaya herêmê wêran kir. Pere û perwerdeya dewleta Tirk hat ferzkirin.

ANHA